Ken Loach peyamek ji festîvala Kobanî re şand

14-11-2018
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kobanî Ken Loach Festîvalî Fîlm
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Derhênerê navdar Ken Loach ji Festîvala Navenetewî ya Fîlman li Kobanî re peyamek şand û got: “Serkeftiyên we yên siyasî li hemû cîhanê bi hurmet tê pêşwazîkirin.”

 

Derhênerê Brîtanî Ken Loach peyamek ji Festîvala Navenetewî ya Fîlman li Kobanî re şand. Festîvala Kobaî cara ewil e tê sazkirin.


Ken Loach ku bi fîlmên xwe yên mijara wan pirsgirêkên cîvakî û hêjarî ye tê naskirin, di peyama xwe ya pîrozbahî de wiha got: “Ez bi dilocan festîvale we ya nû slav dikim û we pîroz dikim.


Di rewşeke wiha de ku bi gotinan zehmet e bê  zelalkirin, ev xebata we ya sînemayî ku mirovan  nêzîk hev dike, îlhamê dide mirovan.


Serkeftiyên we yên di qada siyasî de li tevahiya cîhanê bi rêzdarî tê pêşwazîkirin û diyar e gelek mirovên ku qet hûn wan nes nakin jî bi dilê xwe de piştevaniya we dikin.


Ken Loach herwiha ji festîvala re serkeftin xwest û got ku ew di wê baweriyê de ye her sala paşti ew çalakiyan wan dê geştir û bihêzti bibe.”


Festîvala Navenetewî ya Fîlman li Kobanî duh Sêşemê (1.11.2018) dest pê kir û di dirêjahiya 7 rojan de 40 fîlm werin pêşandan.


Komîteya Jûrî ji hejmarek muzîkjen û derhênerên filman weke Catterine Olafsdottir, Leonardo Bloom, Bêrîvan Xalid, Reşîk Boksîm, Melini Sauli û Javier Korser pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst