3yemîn Heftiya Sînema Kurdî a Leipzigê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – 3yemîn Heftiya Sînema Kurdî a Leipzigê ya bajarê Almanyayê bi nîşandana fîlma Shwan Attoof a bi navê “Mal û Mifte” (Home and Key) dest pê dike.


Li bajarê Leipzigê 3yemîn Heftiya Sînema Kurdî dê di navbera 30ê Mijdar û 2yê Berfanbarê de birêve biçe.



Navenda Çanda Eyaleta Saksonyayê piştevaniya çalakiya navborî dike.

nîşandana fîlma Shwan Attoof a bi navê “Mal û Mifte” par beşdarî çend festivalên navnetewî bûyê û heta niha di pêşbirkên navnetewî de 13 xelat standiye.