Edîtorê Kovara Golikê: Piştgiriyê bidin em kovara xwe derxin

14-10-2024
RÛDAW
Îsmaîl Aktaş\ Wêne: Rûdaw
Îsmaîl Aktaş\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Kovara Golikê Îsmaîl Aktaş Kovarên Kurdî Weşanxaneyên Kurdî Rewşa Zimanê Kurdî Pirsgirêkên Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê tekane kovara mîzahî ya Kurdî ji ber sedemên aboriyê nayê weşandin.  

Edîtorê kovarê Îsmaîl Aktaş bangî Kurdan kir û ji wan xwest ku alîkariya wan bikin da ku kovar were derxistin.

Kovara Golik li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane kovara qerfî û karîkaturî ya bi Kurdî ye. Kovar 9 salan hat weşandin û heta niha 22 hejmarên kovarê derketine.

Girtiyên siyasî bi nivîs û karîkaturên xwe tevlî kovarê dibin.

 Berpirsê kovarê Îsmaîl Aktaş dixwaze kovarê dîsa çap bike lê belê derfetên aborî rê nadin ku ew dîsa kovarê çap bikin.

Îsmaîl Aktaş bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser rewşa kovarê zanyarî dan.

Îsmaîl Aktaş da zanîn ku hem di warê çapkirin û hem jî di warê belavkirina kovarê de ew rastî gelek pirsgirêkan tên.

Îsmaîl Aktaş amaje bi wê yekê kir ku kompanyayên belavkirina berheman, Golikê belav nakin û wiha got:

“Em dixwazin dengê me bigihê hemû Kurdan. Ev kovar kovareke ku nivîs û karîkaturên girtiyên siyasî belav dike.

Mixabin ev salek e, em nikarin kovarê derxin. Pirsgirêka serekî aborî ye, dîsan hin caran hin girtiyên siyasî tên sirgunkirin.

Nameyên wan ji me re nayên û nameyên me ji wan re naçin.

Heta niha min û hevjîna xwe me kovar derdixist, hin caran hevalên min piştgiriya me dikin.

Kompanyaya Yaysatê ya pirtûkan belav dike kovara me belav nake. Ji ber ku kovara me bi Kurdî ye.

Em bangî weşanxaneyan, şaredariyan rewşenbîran dikin li kovarê xwedî derkevin û kovarê derbixin.

Nivîskarên me karîkaturstên me yên di girtîgehê de jî ji ber derneketina kovarê xemgîn in.

Em dixwazin kovarê careke din derxin, nivîskarên me yên kovarê jî dixwazin kovar were derxistin û henek û karîkaturên wan bên belavkirin. “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst