Elî Hesen yekemîn pirtûka xwe belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Elî Hesenê 20 salî yê ji Amûdê, yekemîn pirtûka xwe belav kir.

Li Rojavayê Kurdistanê di nava 12 salên derbasbûyî de, girîngiyeke mezin bi ziman û wêjeya Kurdî hatiye dayîn.

Li wê parçeya Kurdistanê bi zêdebûna nivîskaran re hejmara pirtûkên bi Kurdî jî zêde dibin.

Elî Hesen yekemîn pirtûka xwe belav kir û pirtûka wî behsa rewşa ciwanan û pirsgirêkên ciwanan dike.

Pirtûka Elî Hesen ji 256 rûpelan pêk tê û ew di pirtûka xwe de, balê dikşîne ser pirsgirêkên ciwanan, ên rewşa jiyanê, xwendin û hevaltiyê.

Elî Hesen diyar kir ku ji dema ew 15 salî bû, girîngî bi wêjeya Kurdî daye û 120 malikên helbestê bi Kurdî nivîsandiye, pirtûka wî jî bi Kurdî ye.

Elî Hesen niha li Zanîngeha Rojava beşa ragihandinê dixwîne.