'Gotûbêjên Avestayê' li Baroya Mêrdînê berdewam dibin

14-10-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneya Avestayê ragihand  bernameya xwe ya ji ber astengkirina polîsan betal kiribû, li ser banga Baroya Mêrdînê dê li avahiya Baroyê berdewam bike.

Weşanxaneya Avestayê îro 14ê Cotmeha 2021an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û dibêje: “Em ji cihê ku mabûn berdewam dikin. Bernameyên me yên li Mêrdînê, dê her dawiya hefteyê de çêbibin, tenê navnîşan guherî.”

Weşanxaneya Avestayê li Mêrdînê di 10ê Cotmehê de bi beşdariya şanonûs û derhêner Mîrza Metînî û bi rê ve birina nivîskar Çetoyê Zedoyî, bernameya bi navê "Dîwana Şanoyê" saz kiribû. A

Avestayê di 12ê mehê de jî diyar kiribû ku polîs di dema bernameyê de çûne cihê  bername lê tê çekirin û bi sedema "pandemiyê" xwestibûn bernameyê asteng bikin. Piştî vê rewşê Weşanxaneya Avestayê bernameyên xwe yên li Mêrdînê betal kiribû.

Herweha Baroya Mêrdînê ji Weşanxaneya Avestayê xwestibû ku bernameyên xwe li avahiya wan pêk bînin.

Komîsyona Mafên Ziman û Çandê yê Baroya Mêrdînê û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê bi daxuyaniyekê, bang li rayedaran kiribûn ku bernameyên bi kurdî  qedexe nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst