Bernameya Çîrokên Muzîkal: 'Bêhna Kurdî ket nava qadên Wanê'

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şeva borî li Qada Kentê ya bajêr bernameyeke bi navê Çîrokên Muzîkal saz kir.

Hevserokên Şaredariyê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedalê tevî hejmarek berpirs û nûnerên parêzgehê di bernameyê de amade bûn.

Hejmareke zêde ya xelkê Wanê jî beşdarî bernameyê bû û eleqeyeke zêde nîşan da.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser şevê got:

“Rastî şevek bû ku gelek çîrok û serpêhatiyên dîrokî, egîdî, qehremantî û mêvanperweriya Kurdan hatin nîşandan.

Helbet hûn jî û em jî neviyên wan kesan in ku xwedî rûmet û heysiyet in.

Îro hûn qehremantî û berxwedana wan temsîl dikin. Em bi we ser bilind in û careke din spasiya we dikin.

Înşalleh wekî xizmetkarên we em dê layiqî vê keda we bin.

Hem ji bo çand, hem jî ji bo ziman em dê xizmeta tevahiya bajêr û navçeyên xwe û gelên xwe yên li vê derê bikin.

Em gelekî spasiya hunermendên xwe jî dikin ku li gel hevalên xwe ji bo vê şevê kedeke mezin dane.”

“Bêhna dîroka Kurdan ket nav qadên Wanê”

Di konserê de nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen çîrokên çanda Kurdan vegotin.

Denbêj Kerîmê Jîrkî û hunermend Hediye Kalkanê jî stran û kilamên xwe pêşkeş kirin.

Neslîhan Şedalê tekezî li ser berdewamiya xebatên çand û hunera Kurdî kir ku Wan derdora 2 serdemên di rêveberiya qeyûman de ji wan xebat û çalakiyan hatibû bêparkirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê jî anî ziman:

“Piştî 8 salan dîsa bêhna Kurdî ket nav qadên Wanê.

Dîsa bêhna dîroka Kurdan ket nav qadên Wanê.

Em ji bo wê gelekî spasiya gelê xwe dikin.

Eger em van rojan dijîn sedema wê têkoşîna gelê me, gelê Wanê ye.

Em ji bo berxwedana we dîsa spas dikin û bejna xwe li ber we ditewînin.”

Konsera Çîrokên Muzîkal piştî pêşkeşkirina çîrok, stran û kilamên Kurdî bi merasîma dayîna plaketan a ji bo çîrokbêj Ayhan Erkmen û hunermendên beşdar bi dawî bû.