Kazim Oz: Festîvala Fîlman a Edeneyê fîlmên me red dike

Hewlrêr (Rûdaw) – Derhênerê Kazim Oz ragihand ku ev cara şeşemîn e ku Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê fîlmên wî red dike.

29ê Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê organîzekirin, 12ê Îlonê dest pê kir û bi dehan film têde beşdar dibin û têne nîşandan. Lê ji beşek derhênerên Kurd û filmên wan nehatin qebûlkirin. Festîval îsal di navbera 12-18ê Îlon de li dar dikeve .

Derhênerê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Kazim Oz beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku, serî li Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê daye ku filmê xwe têde pêşkêş bike lê bersiveke neyênî wergirtiye.

Kazim Oz ku bi fîlmên xwe yeje “Bahoz” û “Zer”tê naskirin, dibêje li piraniya festîvalên filman ên li Tirkiyê ew rastî heman helwestê tê û sedema vê jî vedigerîne ser naveroka filmên xwe.

Oz bi bîr xist ku ev cara 6mîn e ku fîlmên wî ji aliyê Lijeneya Pêşhilbijartinê ya Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê nehatine qebûlkirin û got, “Mixabin sedema redkirinê jî ji me re nabêjin. Sansûreke nixumandî heye û îsbatkirina wê gelekî zehmet e. Ev şeşemîn fîlm e ku ji aliyê Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê f ve tê redkirin. Dibe ku ev bibe delîlek. Min pêştie ji bo fîlmên Bahoz, Zer, Carek ji Caran û Şavaklar serlêdan kir, lê nehat qebûlkirin.”

Bi gotina Oz ji bilî Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê, çend festîvalên din ên Tirkiyê fîlmên wî red dike.

Oz herwiha got: “Fîlmên me yên ku di festîvalên herî girîng ên cîhanê de hatin nîşandan û xelatên girîng girtin, ji aliyê Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê ve nayên qebûlkirin. Ji me re dibêjin fîlmên we siyasî ne, lê ev ne rast e. Ew bixwe bi çaveke siyasî nêzîkî fîlman dibe  û bi vî rengî li fîlmên me dinêre. Loma hinek fîlman qebûl dikin û hinekan jî qebûl nakin.”

Derhênerê Kurd anî ziman ku ew dê vê mijarê bigihînin raya giştî û li se rexneyên xwe berdewam bin û got, “Divê raya giştî û hunermend vê bipirsin; Ma pîvan bi cîhanê re cûda ne? Her wiha fîlma me dê li yek ji kevintirîn festîvalên cîhanê derkeve pêşberî temaşevanan. Çima di vê festîvalê de nayê qebûlkirin?”