Defjenê navdar ê Kurd Hejar Zehawî beşdarî festîvala Qartacayê bû

14-08-2022
RÛDAW
Defa Hejar Zehawî weke sîwanekê her dem li gel wî ye, bi awayekî berdewam jî di festîvalên cîhanî de bi cil û bergên Kurdî beşdar dibe
Defa Hejar Zehawî weke sîwanekê her dem li gel wî ye, bi awayekî berdewam jî di festîvalên cîhanî de bi cil û bergên Kurdî beşdar dibe
Nîşan Hejar Zehawî Tunis Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Kurd Hejar Zehawî, li Tunisê beşdarî festîvala beşdarî festîvala çand û hunerî ya Qartacayê (Carthage) bû û got: “"Ev ji bo min ezmûneke bêhempa bû."

56emîn Festîvala Qartacayê ya Navneteweyî ku li bakurê Afrîkayê û welatên Erebî çalakiya herî bi prestîj e di 14ê Tîrmehê de dest pê kir û biryar e heta 20 Tebaxa 2022yan berdewam bike. Ji çar aliyên cîhanê hunermendên navdar beşdarî festîvalê dibin.

Yekem car hunermendekî Kurd beşdarî festîvala îsal bû, ku têde muzikjenên navdar ên wek hunermendê operayê Hassen Doss, sê birayên Michael Jackson, Tito, Jackie û Marlon Jacksons Brothers, koma pop a Koreya Başûr K. –pop jî beşdar in.

Koma muzîkê ya ku ji aliyê Balyozê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Nasir Şemme ve hatiye avakirin û defjenê Kurd Hejar Zehawî jî di nav de ye,  7ê Tebaxê konserek da.

Hejar Zehawî ji Rûdawê re got, Tunis pêşengiya çalakiyên çandî li welatên Erebî dike.

Zehawî da zanîn ku Festîvala Kertacê ev 56 sal in tê lidarxistin û wiha got: “56 sal lidarxistina festîvalekê girîngiya wê nîşan dide. Ew ji bo min ezmûnek bêhempa bû. Bi hunermendê hêja Nasir Şemme re ev ne projeya me ya yekem e. Em li Hewlêr, Berlînê û îsal jî li Erebistana Siûdî beşdarî konseran bûn. Koma me ji 12 hunermendên ji heşt neteweyên cuda pêk tê."

Konsera Pervîn Çakar 25ê Tebaxê li Kelha Hewlêrê ye

Hejar Zehawî herwiha da zanîn ku mêvana vê mehê ya rêze konserên ku ji aliyê Mala Muzîka Zehawî ve li kelha dîrokî ya Hewlêrê tên lidarxistin, hunermenda kurd a operayê Pervîn Çakar e.

Zehawî eşkere kir ku di konserê de piyanîsteke navdar jî dê ligel Çakar be û dê stran bi zimanên Îtalî, Fransî, Îngilîzî û Kurdî bên pêşkêşkirin.

Hejar Zehawî herwiha got, “Em gelekî kêfxweş in ku hevala min a hêja Pervîn Çakar ku tekane hunermenda kurd a operayê ye li ser asta cihanê anvdar derdikeve ser dikê. Em dê yekem car li Hewlêrê konsera operayê bidin.”

Defa Hejar Zehawî weke sîwanekê her dem li gel wî ye, bi awayekî berdewam jî di festîvalên cîhanî de bi cil û bergên Kurdî beşdar dibe û muzîk û hunera Kurdî bi rêya defa xwe ve ji hemû cîhanê re dide nasîn. Hejar Zehawî niha zêdetir weke hunermendekî cîhanî tê nasîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst