DUHOK – Enstîtuya Kelepûra Kurdî bi rêya arşîvkirinê çanda Kurdî diparêze

15-06-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Duhok Enstîtuya Kelepûra Kurdî Çand Parastin
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya Liqê Duhokê karê komkirin û parastin û geşkirina kultûra zarî ya folklora Kurdî dike, bi rêya lêgerîna meydanî û dîtina kesên ku folklora Kurdî dizanin, çanda Kurdî arşîv dike.

 

Berpirsa Enstîtuya Kelepûra Kurdî Behar Elî ji Rûdawê re ragihand ku cara yekem e di dîroka milêtê Kurd de kultûra zarekî yê elektronîk hatiye çêkirin ku ji sedan aytemên kultûrî yên çandî yên berhev bo vekolînên zanistî bergiriyê ji nemana nasnameya miletê Kurd dike.

 

Enstîtuya Kelepûra Kurdî heta niha 236 pirtûkên kultûrî bi hemû zaravayên Kurdî, bi zimanên Kurdî û Erebî û Îngilîzî berhem aniye ligel 66 albûmên hunermendan berhem aniye.

 

Berpirsê Beşa Arşîvê yê Enstîtuyê Welîd Yûsif ji Rûdawê re diyar kir: “Karê me li beşa arşîvê hilgirtina ew karên têne kirin weke deng û reng, pirtûk hemû têne parastin.”

 

Folklora Kurdî li zanîngehê jî bi awayekî akademîk tê xwendin ji bo berevaniya cîhangîriya serdem daku reseniya kultûra Kurdî nifş bo nifş were veguhestin.

 

Rêxistina Enstîtuya Kelepûra Kurdî di sala 2003an de li parêzgeha Silêmaniyê hatiye damezrandin, lê ji ber dewlemendiya devera Badînan bi folklora Kurdî, şaxeke xwe li Duhokê vekiriye û li gor şiyanên xwe berhemên li vê deverê arşîv kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst