Selahattîn Demîrtaş romaneke nû nivîsand

14-05-2024
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pirtûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş dê meha hezîranê romana xwe ya nû çap bike.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dê meha hezîranê romana xwe ya nû çap bike.

Li gorî nûçeya Duvarê, Demîrtaş romana nû bi şêwazekî din nivîsandiye.

Hat zanîn ku Demîrtaş heta niha li ser navê romana xwe biryara dawî nedaye.

Pirtûkên Selahattîn Demîrtaş ên ku hatine çapkirin wiha ne:

- Seher (Çîrok)

- Devran (Çîrok)

- DAD (Çîrok)

- Leylan (Roman)

- Efsûn (Roman)

Parastina Selahattîn Demîrtaş a di Doza Kobaniyê de jî bi navê “Doza Jiyana Birûmet” meha nîsanê wekî pirtûk hatibû amadekirin û bi şêwazê PDFê hatibû belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst