Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê îro konferansek li ser rewşa zimanê Kurdî hat sazkirin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Komeleya Mamosteyên Kurd li Swêdê, îro Şemiyê 14ê Gulana 2022yan li Stockholmê, li lokala Kitêbxaneya Kurdî konferansek li ser rewşa zimanê Kurdî li Swêd û Kurdistanê li dar xistin.
Nivîskarê Kurd Zinar Soran da zanîn ku ji Başûrê Kurdistanê Wezîrê Perwerdê yê Hukûmateta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd; ji Bakurê Kurdistanê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozgen, Berdevkê Însîyatîfa Mamosteyên Kurd Demhat A. Yildiz; ji Rojavayê Kurdistanê ji Zanîngeha Rojava li Qamîşlo Canda Arafat bi awakî online beşdar bûn.
Herwuha ji Swêdê jî mamosteyên kurdî Mam Dogala, Remzî Kerîm, Gulsum Ertekîn û Mahmûd Lewendî beşdarî konferansê bûn.
Beşdarên Konferansê li ser rewşa zimanê Kurdî li Kurdistanê û Swêd rawestiyan û xebatên xwe yên di wî warî de bi awakî berfireh anîn zimên!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse