Mem Ararat straneke nû belav kir: Te Dilê Min Şikand

14-03-2024
Nîşan Mem Ararat Te Dilê Min Şikand
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mem Ararat berhema xwe ya bi navê "Te Dilê Min Şikand" belav kir.

"Te Dilê Min Şikand" bi rêya YouTube û platformên din ên dijîtal hat belavkirin.

Di nava 17 saetan de 28 hezar kesan li stranê guhdarî kir.

Gotin û muzîka stranê yên Mem Ararat in.

Gelek albumên Mem Ararat hene û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konseran dide.

Gotinên stranê bi vî awayî ne:

“TE DILÊ MIN ŞIKAND

Ew sebra weke behran

Ziwa bû te miçiqand

Destên min li ser dilê min hur hurî bû ji xeman

Hurhurî bû ji xemam

Te dilê min pir şikand

Te dilê min kûr şikand

Gelek çiya hedimîn ji korbûna dildaran

Eyloyên bêminet jî xwe rûçikandin li ezman

Hezkirina min bêdawî ye lê te ez gelek westandim

Êdî ruyê min li çiya ye

Te dilê min pir şikand

Hezkirina min bêdawî ye lê te ez gelek westandim

Êdî ruyê min li ba ye

Te dilê min pir şikand

Te dilê min kûr şikand

Bêheyf bû kulmek hinar

Bêheyf bû ked û xwêdan

Lavlavkek im çilmisîm li ber hemû dîwaran

Bi gotinên wek xenceran

Te dilê min pir şikand

Bi awirên wek xenceran

Te dilê min pir şikand

Dizanim tu fam nakî çawa diderize zeman

Dizanim tu fam nakî çawa diderize ezman

Qet nebe vê bizane, ji te hezdikim weke dînan

Ne bi carekê de şikestim, hêdî hêdî pir caran

Dibe ku ne bi qest be lê te dilê min pir şikand

Te dilê min kûr şikand

Eferim ji te re…”

Li hêla din kesên ku keda wan di amadekirina stranê de heye ev in:

Gotin û Muzîk: Mem Ararat

Aranje: Mem Ararat

Perkusyon: Denîz Pektaş

Edît: Denîz Pektaş

Gîtara Klasîk: Îlkan Pala

Gîtara Bas: Denîz Înal

Têmbûr û Sêtêl: Huseyîn Can Pala

Keman: Serdar Baba

Tomarkirin: Denîz Pektaş, Mem  Ararat

Mîks û Mastering: Nîhad Jemsher

Vîdeo: Robîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst