Pirtûka ‘General Barzanî di Bîranînan de’ belav bû

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka General Barzanî di Bîranînan de’ ya ku behsa helwest û çend qonaxên jiyana Mela Mistefa Barzanî dike, li Silêmaniyê hat çapkirin.

Pirtûk ji aliyê pêşkêşkarê bernameya Pencemorê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Kawe Emîn ve hatiye nivîsîn.

Biyanî jî behsa Mela Mistefa dikin

Kawe Emîn ji Rûdawê re bi vî awayî behsa naveroka pirtûkê kir:

“Cudahiya vê pirtûkê ew e ku yên behsa Mela Mistefa dikin ne Kurd tenê ne, herwiha qala dîrokeke diyarkirî nakin.

Ev pirtûk ji serpêhatiyên çend kesên Kurd û biyanî pêk tê ku her yek ji wan demekê bi Mela Mistefa re jiyaye, pê re danûstandin kiriye yan jî pê re hevdîtinek kiriye.”

Kawe Emîn da zanîn, hinek ji wan kesên ku behsa Mela Mistefa dikin Swêdî ne.

General Barzanî di Bîranînan de ji aliyê Rêxistina Kurdistanê ya Dîyalogê ve hatiye çapkirin û doh li bi merasîmeke li Silêmaniyê hat belavkirin.

Dr. Dilêr Şaweys û Dr. Macîd Xelîl di merasîmê de li ser pirtûkê nirxandinên girîng kirin.