Têgiha xwîner li ba Aristo

Em dikarin bêjin ku yekemîn pirtûka teorî li ser wêje û hunerê, pirtûka "Hunera Helbestê" ya Aristo ye.

Vî teorîzanî di vê pirtûkê de, pir bi hûrbînî cureyên helbestê wek destan, drama (trajedî û komedî) û stran dîyar kiriye.

Ji bo axiftina li ser xwîner li ba vî teorîzanî, divê em vegerin ser her du têgihên çavlêkirin û pakbûnê. Têgiha pakbûnê bi têrma xwe ya cihanî wek (chatharsis)ê tê naskirin.

Ev biwêj yewnanî ye û di koka bikaranîna xwe de vedigere warê bijîşkî. Tê wateya wê teknîka ku kirdara pakbûn û valakirinê di asta gewdeyî û derûnî ya meriv de çêdike.

Wateya kevn a vê têrmê "Pharmakos" e ku tê maneya dermên. Hevdem tê wateya tawana çend kesan. Gelek ho û sedem ji bo pakbûnê hene. Ya herî sade ji wan qurbanîkirina berazekê yan kûçikekê yan keleşêrekê ye.

Paşê ev têgih wateyeke felsefî û estetîk werdigire. Têkildarî wê hilçûnê ye ku bi saya teksteke wêjeyî û hunerî çêdibe.

Li bal Aristo, têgîna pakbûnê girêdayî alîyê reftara xwîner e. Ew li ser bandora teksta wêjeyî li ser xwîner dibêje: "Trajedî çavlêkirineke armancdar, giring û bêkêmasî ye. Zimanekê wê yê ciwan heye û her yek ji lîstikvanan beşeke wê nîşan dide û pişt bi vegotinê girê nade. Bi rêya gunehpêhatin û peydakirina tirsê, dibe sedema pakkirina soz û hestan". (Aristo: 2010:26)

Wek min got ev têgîn têkildarî tevgera xwîner e. Ji ber vê ye jî erkê wêje û hunerê reformê di derûna xwîner de pêk bîne. Ango yekemîn erkê hunerê li hember xwîner, parastin û paqijkirina wî/wê ji hemî hewes û xwestekên xerab e.

Lewma jî gava xwîner (bîner) teksteke şanoyî dixwîne (dibîne), divê ew dîmenên trajedî wê hesta tirs û gunehpêhatinê di derûna wî de bilivînin ji bo ku ew meriv bi rêya girî pak bibe.

Lewma jî ew tekstên wêjeyî û hunerî hilçûneke bihêz di derûna wan xwîneran de çêdikin ku nikarin hestên xwe li hember wan veşêrin. Êdî ew gelek tekst in ku pêngav bi pêngav xwîner dikin merivekê pak.

Bi rêya vê teorîyê, em dikarin qala du desteyên xwîneran bikin. Aristo di pirtûka xwe de, tîne zimên ku trajedî çavlêkirina kirdeyên bilind û giran e "Çavlêkirina kirdeyeke giran û ji xwe ve lap pêgihîştî ye ku dirêjîyeka wê ya dîyar heye û bi zimanekê xwerû hatiye nivîsîn. Çend mijarên hunerê tê de hatine ku bi beşên şanogerîyê re diguncin û ev hemî jî ne bi vegotin, lê bi şêweyê dramî tê encamdan". (Gerdî: 2004:24).

Ango kesên trajedî qala wan dike, kesên malmezin in. Ew jî kesên rêzdar û giran in, tew gotinên wan dûrî dijûn û gotinên nizm in. Armanc ji vê pakbûnê xwîner (bîner)ên çîna asayî, karker û xizmetkar in. Çîna malmezin û paşayan her çiqas hestên wan bi van dîmenan bibandor dibe jî, lê pêwîstîya wan bi vê pakbûnê nîne, çunke trajedî jîyana wan der dibire.

Ango jîyana wan, zimanê wan ji kirdeyên nizm û erzan dûr e. Ew ti kirdeyeke nizm û xerab encam nadin.

Lewma jî ev pakbûn bêhtir ji bo merivên çîna xwarê, karker û kesên ji rêzê ye. Li gor vê yekê, Aristo xwîneran (temaşevanan) li ser du çîn û desteyan dabeş dike: Çîna malmezin û kesên azad û çîna jêr, karker û kole.

Zêdebarî van, çêj li bal wan xwîneran wê demê çêdibe gava hestên xwîner bi hestên qehreman re dibin yek. Kesê pîroz yan xerabkar di yek bergî tenê de namîne. Aristo karakterekê di navbera her duyan de pêşnîyar dike, ew jî guhertina qehreman e ji kesekê qenckar bo xerabkar yan berevajî. Lewra ev teorîzan destwerdanê di binyata navxwe ya bûyera trajedî de dike.

Qala wê yekê dike ku bûyera trajedî bandorê li ser guhertina qehreman dike. Wek mînak guhertina qehreman ji kesekê bextewar bo kesekê bextreş û nekêfxweş, wek ku tê serê Oedipus û ji kesekê bextewar diguhere û dibe kesekê nebextewar, piştî ku rastîya kesayeta xwe kifş dike û dizane ku kujerê bavê xwe ye û dayîka xwe jî li xwe mehr kiriye. Mebest ji hemî pêvajoya têgîna pakbûnê gihandina çêjê bi xwîner e, ango armancdar e.

Ev pakbûn tirs û hestên xwîner dilivîne û wî/wê paqij dike. Ev armanc têkildarî mijar, ziman, karakter, hizir û rîtmê ye. Wek mînak, divê zimanê trajedîyê zimanekê xwerû, bedew û dûrî gotinên erzan be. Divê dirêjîyeka dîyarkirî ya bûyerê hebe, nabe dem di trajedîyê de rojekê derbas bike.

Bandora vê hemûyî li ser çêja xwîner heye. Ango ev teknîk li milekê di xizmeta xwîner de hatine danîn. Li milekê din, Aristo di çarçoveya axiftina xwe ya li ser gotardanê de giringîyê dide guhdaran (xwîneran). Hemî armanca gotardanê ji bo qinyatpêkirina guhdaran bi tevahîya astên civakî û fikirî ye. Aristo li vir gotardanê li gor rewşa guhdaran li ser sê desteyan dabeş dike.

Desteya yekem gotardana bergirîkirinê ye. Di vê rewşê de, dadger û cemawerekê dîyarîkirî dibin guhdar (xwîner). Di vî cureyî de, bi şêweyeke kêm rewanbêjî û bandorkirina li ser guhdaran tê bikaranîn.

Desteya duyem ji gotardana ramanî pêk tê. Ev cure bi amadebûna cemawerekê mezin dibe. Şêwaza wê di alîyê hunerî û teknîkî de vala ye.

Heçî desteya sêyem e, ji gotardana xwenîşandanê pêk tê ku şêwaza wê bi hûrbînî û hunerî tê nasîn. Ev cure bandorê li ser hest û fikirîna guhdaran pêk tîne. (Şirawî: 1999:168). Lewra em dikarin sê desteyan ji guhdaran (xwîneran) jî destnîşan bikin.

Gotardana dadgerî, cemawerekê dîyarîkirî yê taybet dibin berdengên wê. Wek mînak kesên pispor û têkildarî mijara dadgerîyê. Heçî desteya duyem e cemawerê ewam dibin guhdarên wê. Ev guhdarên ji rêzê ne. Heçî desteya sêyem e jî ku gotardana xwenîşandanê ye, cemawerekê naskirî û rewşenbîr divê.

Cureyê sêyem ew cure ye ku Aristo jê re dibe hander û piştovan. Lewra jî ew doz dike ku gotardana ramanî bibe qurbana gotardana xwenîşandanê, qene gotarbêj bi hizirên xwe guhdaran bîne rayê.

Aristo, gotardana ku tenê hestan tev dide û dudilîyê peyda dike red dike. Çunke bi armanca qinyatpêkirinê re li hev nake. Di eynî demê de, divê gotarbêj şehreza be û bizane atmosfera guhdaran çawa ye û çawa dikre bandorê li ser wan pêk bîne.