Festîvala Dihokê: Panelek derbarê bandora sînemayê ya li ser girtiyan hat lidarxistin

13-12-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Panelek bi mijara di sînamayê de rola çaksaziya civakî hat lidarxistin
Panelek bi mijara di sînamayê de rola çaksaziya civakî hat lidarxistin
Nîşan Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê Panel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê bi nîşandana fîlm û lidarxistina panelan berdewam e.

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê, 10ê Kanûna Pêşînê bi beşdariya 116 filmên navxwe û biyanî dest pê kir.

Di festîvalê de ji bilî nîşandana fîlm, belgefîlm û kurtefîlman, rojane panelên têkildarî sînemayê têne pêşkêşkirin.

Di roja sêyemîn a festîvalê de panelek bi mijara di sînemayê de rola çaksaziya civakî û bandora sînameyê ya li ser girtiyan hat lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de 6 fîlm nîşanî girtiyan hatin dayîn.

Berpirsê nîşandana fîlman Adil Ebdulrehman têkildarî panelê got:

“Fîlmên panelê ji aliyê Desteya Hunerî ya Festîvalê ve hatine hilbijartin. Mijara filman ne tenê girtîgeh û girtî ne. Fîlmên festîvalê çi bin ew hatine hilbijartin û mijarên wan cûr bi cûr in.”

Ji fîlmên hatine nîşandan 5 bi Kurdî bûn, yek ne bi Kurdî bû lê ew jî derhêner û gelek xebatkarên wê Kurd in.

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê dê 16ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst