Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 24emîn Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû.

Di festîvalê de hejmarek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd amade bûn.

Îsal ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê, festîvala helbesta Kurdî, tenê bi çalakiya pêşkêşkirina xelatekê birêve çû.

Di festîvalê de helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Deham Ebdulfetah hate xelatkirin.

Herweha spasname û rêzgirtin pêşkêşî helbestvanê koçkirî Mele Beşîr hate kirin.

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Kurdî, Can Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, “Îsal rewş awarte bû, ji ber teqîn û dagîrkeriya li Serê Kaniyê û Girê Spî me nexwest, çalakiyeke wêjeyî çê bikin, me tenê xwest xelatekê bidin.”