Belgefîlma ‘Veşartina Sedam’ li Holandayê tê nîşandan

13-11-2023
Pesar Fayiq
Afîşa belgefîlma Veşartina Sedam
Afîşa belgefîlma Veşartina Sedam
Nîşan Veşartina Sedam Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belgefîlma dirêj a derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê 'Veşartina Sedam' dê di Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) de were nîşandan.

IDFA li seranserî cîhanê di nav festîvalên belgefîlman ên herî girîng de cih digire.

“Veşartina Sedam” behsa çîroka Ela Namîq dike ku wî sala 2003yan 235 rojan Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li cem xwe veşartiye.

Dema ku Ela Namîq Sedam vedişart bi hezaran leşkerên Amerîkayê lê digeriyan da ku hikimraniya wî bi dawî bikin.

Tora Medyayî Rûdawê yek ji hevbeşên sereke yên belfefilmê ye, herwiha mafê wê heye ku belgefîlmê li Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan bide.

Belfefilm dê îşev li beşa “Frontlight”ê ya IDFAyê were nîşandan û dê derhêner belgefîlmê jî beşdarî festîvalê bibe.

Derhênerê belgefîlmê Helkewt Mistefa li Norwecê dijî û ev 10 sal in ku li ser belgefîlmê dixebite.

Helkewt Mistefa, ji Tora Medyayî Rûdawê wiha behsa armanca belgefîlmê kir:

“Armanca belgefîlmê ew e çîroka rast a wê çalê bigihîne cîhanê ku Sedam Hiseyn tê de hat dîtin.

Tenê kesek dikare wê çîroke bibêje, ew jî ew e ku çal ji Sedam re kolaye.”

Wezareta Rewşenbîriyê ya Norwecê, li ser nîşandana belgefîlmê daxuyaniye belav kir.

Wezaretê, ji ber xebata wî Helkewt Mistefa pîroz kir û destnîşan kir li bendê ne ku “belgefîlm li qada navdewletî deng vede û bala rexnegirên sînemayê bikişîne.”

Belgefîlm îro danê sibehê ji medyayê re hat nîşandan û biryar e demjimêr 22:30an bi dema Hewlêrê nîşanî xelkê were dayîn. Bilêtên belgefîlmê ji hefteya borî ve hatine nemane, hemû hatine firotin.

Rojnameger û pêşkêşkarê Rûdawê Hêmin Ebdullah ê ku ji bo temaşekirina belgefîlmê li Amsterdamê ye got:

“Ji nêzîkî 160 welatan derhênerên belgefîlman beşdarî festîvalê bûne. Zêdetirî 3 hezar fîlm ji festîvalê re hatibûn şandin lê nêzîkî 300 fîlm û projeyên nû hatin qebûlkirin û dê bên nîşandan.”

“Veşartina Sedam” ê ku Rûdaw beşdarî di amadekirina wê de kiriye, tekane fîlma Kurdî ya ku ji bo festîvalê hatiye qebûlkirin.

Rojnameger û pêşkêşkarê Rûdawê Hêmin Ebdullah got:

“Xelatên IDFAyê bi qasî xelatên Oscarê girîng in û li seranserî cîhanê festîvala herî mezin a belgefîlman e. Lewma ne hêsan e ku fîlmek beşdarî vê festîvalê bibe.”

Helkewt Mistefa sala 2016an bi filma sînemayê ya bi navê “Klasîko” li seranserê cîhanê navdar bû.

Klasîko li zêdetir ji 56 welatan hat nîşandan û gelek xelatên navdewletî wergirtin.  

Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA), di navbera 8-19ê Çiriya Paşînê li bajarê Amsterdamê yê Holandayê bi rê ve diçe û dê film di bin navê çend beşên cuda de werin nîşandan.

20ê Adara 2003yan Amerîka û hevpeymanên wê ji bo bidawîanîna desthilata Sedam Husên dest bi operasyonê kirin.

9ê Nîsana 2003yan Bexda hat kontrolkirin û desthilatdariya wî bi fermî bi dawî hat.

Sedam li holê nema lê di 13ê Kanûna Pêşîna 2003yan li parêzgeha Tikrîtê ji aliyê hêzên Amerîkî ve di çalekê de hat dîtin û 13ê Kanûna Pêşîna 2006an hat darvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst