Hewlêr (Rûdaw) - Şanoger Erdal Kaya, piştî “Vik û Vala” bi Stand Upeke nû derdikeve pêşberî temaşevanan.
Şanogerê Kurd ê navdar Erdal Kaya piştî Stand Upa xwe ya bi navê “Vik û Vala” bi standupa xwe ya nû ya bi navê “Zikopişto” derdikeve pêşberî temaşevanan.
Stand Upa “Zikopişto” ji bo kesê temên wan di ser 13yê re ye û 120 xulekan berdewam dike.
Erdal Kaya çavdêriyên xwe yên jiyana rojane bi jêhatîbûna xwe ya pêkenînê re dike yek û di vê gera xwe de pêşkêşî temaşevanan dike.
Kaya dê li gelek bajaran bi temaşevanan re be û şanohez bi mereqeke mezin li benda hunera wî ne.
Dem û cihên Stand Upa Erdal Kaya wiha ne:
9ê Çiriya Paşî / Êlih
3,12 û 26ê Çiriya Paşîn / Amed
15yê Çiriya Pêşîn / Mûş
17yê Çiriya Paşîn / Bedlîs
23yê Çiriya Pêşîn / Şirnex
21ê Çiliya Pêşîn / Mêrdîn
Stand up a nû “Zikopişto” 😍
— erdal kaya (@erdal1kaya) October 13, 2024
tê bajarê te..
Yeni stand up gösterim “Zikopişto” 😍
şehrine geliyor..
bilêt: https://t.co/wkJtpqKpPj
ji bo afîş, spas @nurettinkaya pic.twitter.com/BiBaghEUcv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse