Pirtûka Gandhî bi wergera Fahriye Adsayê ji Avestayê derket

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mahatma Gandhî Weşanên Avestayê Fahriye Adsay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Mahatma Gandhî ya bi navê “Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” ji Weşanên Avestayê derket.

Rêveberê Giştî yê Weşanên Avestayê Evdilla Keskîn ji Rûdawê re ragihand ku pirtûka ku Mahatma Gandhî “Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” ji aliyê Fahriye Adsayê ve ji Îngilîzî ji bo zaraveyê Kurmanciyê yê Kurdî hate wergerandin.

Pirtûka Mahatma Gandhî “Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” ya ku tê de behsa jiyana xwe dike ji 432 rûpelan pêk tê.

Mahatma Gandhî kî ye?

Mohandas Karamchand ango Mahatma Gandhî li hemû cîhanê wekî sembola heqîqet û bêşidetiyê tê nasîn.

Neteweperwerekî dijî mêtîngeriyê bû ku “Hindistan ji hakimiyeta biyaniyan rizgar kir û bi têkoşîneke aştîxwaz û bêxwîn ramangerekî kûr jî bû ku hin rêgezên ebedî danîn ber dinyayê ji bo rêbertiya têkiliyên mirovî û helwestên navneteweyî.”

Gandhî sala 1893yan diçe Efrîqaya Başûr, li wir zilm û zordariya li ser Hindûyan ferq dike. Berxwedana pasîf ku bi wî li dinyayê belav bûye li wir tecrûbe dike.

Sala 1915an di 45 saliya xwe de vedigere welatê xwe û li hemberî cudakariyê û baca zêde gundî, cotkar û karkeran hişyar dike û protestoyan bi rê ve dibe.

Sala 1921ê pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Hindistanê dike. Armanca wî ew bû ku hejariyê kêm bike, çarçoveya mafê jinan berfireh bike û bi dostaniyeke olî û etnîkî serxwebûnê bi dest bixe.

Heqîqeta Gandhî nefs bû. Ew kujerê nefsa xwe bû û bi vê helwesta xwe hemû çand di dilê xwe de kiribûn yek.

“Serpêhatiyên Min ên bi Heqîqetê re” mirêka jiyana Gandhî ye, xwîner serboriya wî bi zimanekî zelal û jidil ji wî fêr dibe.

Fahriye Adsay kî ye?

Fahriye Adsay di sala 1971ê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bûye.

Wê dibistana seretayî, navîn û lîse li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê xwendiye.

Lîsansa xwe li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkî ya Enqereyê di beşa dîrokê de qedandiye.

Wê herwiha li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di beşa civaknasiyê û li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de master kiriye.

Adsayê ji Îngilîzî ji bo Tirkî û Kurdî gelek berhem wergerandine.

Ji sala 2014an vir ve xwedî û edîtora kovara Zaremayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst