Pirtûka `Hêsirên Roboski Uludereyê` derket

13-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka “Roboski Uludere`nin Gozyaşlari” (Hêsirên Roboski Uludereyê) ya Parlamenterê CHPê Levent Gok hat weşandin.

Hiqûqnas û Parlamenterê CHPê yê Enqerê Levent Gok, ku “Endamê Komîsyona Lêkolîna Uludereyê ya Parlamentoya Tirkiyê” bû, derbarê bûyera Roboskiyê de pirtûkek bi navê “Roboski Uludere`nin Gozyaşlari” (Hêsirên Roboski Uludereyê) nivîsand.

Pirtûka (Hêsirên Roboski Uludereyê) ji 194 rûpelan pêk tê û ji Weşanxaneya Îmgeyê derket. Firotina pirtûkê li ser platformên sosyal medyayê destpê kir.

28ê Kanûna 2011an, balafirên şer ên Tirkiyê 34 kesên sivîl li ser sînor kuştin ku piraniya wan zarok bûn. Tevî 11 sal di ser re derbas bûne, ti kesek wek berpirsê wê êrîşê nehatiye darizandin. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê jî bi hinceta belgeyên kêm sala 2018an Doza Roboskiyê red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst