Şehrîbana Kurdî û klîpek nû

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja navdar a Kurdistanê Şehrîbana Kurdî li Başûrê Kurdistanê vîdeo klîpek nû amade kir û belav kir.

 

Rêvebirê karûbarê Şehrîbana Kurdî bo berhemanîna vê berhemê, Îsa Mêrgesorî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Navê berhema nû ya Şehrîbana Kurdî, Ez Kevokim e ku vê carê bi stîleke nû hatiye gotin û jê re klîp hatiye amadekirin.”

 

Îsa Mêrgesorî herwiha got: “Ev berhem bi sponseriya Korek Telekomê û berhema şîrketa Hi Live hatiye çêkirin, ji laiyê Silêman Rehîmî ve klîpa wê hatiye kişandin û ji derhênana Şîrîn Cîhanî ye.”

 

Strana Kevokim, straneke fulklur a kurdî ye û ji aliyê hunermendê cîhanî yê kurd Dilşad Mihemed Seîd awaza wê hatiye danîn.

 

Mêrgesorî herwiha tekez kirk u di vê berhema nû ya Şehrîbana Kurdî de klîp li navçeyên Kurdistanê hatiye kişandin.