Rewşanê mizgîniya albûmeke nû da: Hinar

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Rewşanê ji albûma xwe ya nû strana bi navê “Bêrî”yê weşand.

Rewşanê “Bêrî” li ser platformên muzîkê belav kir û pêşkeşî hezkiriyên xwe kir.

Gotinên “Bêrî”yê û muzika wê ji aliyê Rewşanê ve hatine danîn û ew bi xwe re mizgîniya albûma nû jî dide hezkiriyên muzîkê.

Albûma Rewşanê ya nû ya bi navê “Hinar”ê dê 18ê Çiriya Pêşînê li ser hemû platformên muzîkê were belavkirin.

Albûma “Hinar”ê di kariyera Rewşanê ya muzîkê de albûma yekem e ku bi tevahî ji besteyên wê yên orîjînal pêk tê.

Hemû gotinên albûma Hinarê ji aliyê Rewşanê ve hatine nivîsandin.

Piraniya muzîkan jî wê bi xwe çêkiriye û di heman demê de ew çêkera albûmê ye jî.

Strana “Bêrî”yê yekem berhema albûmê ye ku ji çîroka hunermendê bi xwe îlham girtiye û mîna reflekseke bibandor a demên winda ye ku hewl dide bi îro ve girê de.

Rewşan kî ye?

Hunermend Rewşan ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Wê li Hûnerên Bedew a Perayê ya Stenbolê beşa kemanê qedandiye.

Rewşanê di heman demê de li Zanîngeha Enqereyê beşa Psîkolojiyê û li Zanîngeha Bahçeşehîrê jî beşa Lîstikvaniyê qedandiye.

Rewşanê ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî bû, amade û pêşkeş kir.

Ax Lê Wesê, Tov, Live Session Vol 1 û gelek singleyên wê yên di kategoriya prograssive folkê de wekî xebatên serkeftî hatin dîtin.

Hunermend Rewşan yek ji damezrîner û endama Orkestraya Stenbolê ya Muzîka Fîlman e.

Rewşan li welêt û li derveyî welêt konserên xwe didomîne.