Pirtûka ‘Rastiya Kurdistanê’ a Cemel Nebez hat çapkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Weşxanxaneya Avestayê pirtûka bi navê “Rastiya Kurdistanê – Nirxandineke li ser belgenameyên ereb û kurdan” a Cemal Nebez çap kir.

Pirtûk ji aliyê wergêr Bernas Qerejdaxî ji Erebî hatiye wergerandin.

Pirtûk li ser belge û bernameyên partiyên Ereb ên Kurd e û belge û bernameyên partiyan ên li ser dîroka Kurdan di perhemê de hatine şîrovekirin.

Çapa yekem a berhemê bi Erebî ye û ji aliyê Çapên Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd a Ewropayê ve sala 1969an hatiye çapkirin.

Lêkolîner Fexriya Adsayê di pêşgotina pirtûkê de li ser Cemal Nebez û berhemê wiha gotiye:

“Em dereng mane rewşenbîrekî xwe yî mîna Cemal Nebez nas bikin, aşnayî berhemên wî bin û jê sûdê bigirin.

Çi ye tişta ku me hewceyî kişifkirina Cemal Nebez dike û pêwîst dike em li fikir û xebatên wî xwedî derkevin?

Cemal Nebez, yek ji wan rewşenbîran e, hê ji xortaniya xwe ve Kurdekî ji xwe bawer û hişzelal bûye. Haya wî ji her çar parçeyên Kurdistanê, dîroka wan û dewletên wan î serdest hebû.

Nebez tişta ku îro em di hesreta wê de ne temsîl dike:

Neteweperweriyeke Kurdî ya modern û serxwebûnxwazî û helbet siyaseteke ku guh bide rewşenbîrên xwedîaqil û riwangeyek ku ji ser axa Kurdistanê li cîhanê dinêrin, bi çav û aqlê xwe li neteweya xwe dinêrin, li ser difikirin û belkî fikra xwebûniyê û rewşenbîriya organîk.

Nebez û berhemên wî li benda me ne ku ji nû ve bên kişifkirin, xwendin û nîqaşkirin, ji ber ku fikr û ramanên wî, riwangeha wî hê jî aktuel e.”

Cemal Nebez kî ye?

Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933yan li bajarê Silêmaniyê ji dayik bû.

Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina Îslamî, felsefe û psîkolojî û fizîk û matmatîk jî xwendin.

Li Almanyayê jî zanistên siyasî û rojnamegerî û hiqûq xwendin.

Li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besrayê ders gotin. Paşê jî demekê li zanîngeha Free ya Berlînê mamoste bû. Têkiliyên wî bi çend bîrmendên cîhanî re hebûn.

Sala 1962yan çû Ewropayê ji bo xilaskirina xwendinê û paşê li zanîngehên Munichê, Uzburgê xwendina Îslamî û Îrannasî û şêweya gotina dersan xwend.

Bi lêkolîneke dîrokî ya zanistî li ser Mîr Mihemed Rewandizî doktoraya xwe xilas kir.

Yek ji damezrênerên sereke yên Kajîkê û nivîskarên Kajîknameyê bû.

Di salên destpêkê de alîkariyeke mezin da Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) û roleke wî ya girîng di çalakiyên Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê de hebû.

Her wiha roleke wî ya girîng di belavkirina bîr û bawerî û hişyariya neteweyî li Kurdistanê hebû.

Cemal Nebez 11.11.2018an li bajarê Berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ji ber tengenefesiyê 08.12.2018an wefat kir.

Cemal Nebez si ser edebiyat, wergêr, zimannasî dîrokê bi dehan berhem nivîsandine.