Bernameya merasîma cenazeyê Beytocan diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Bername û dema merasîma veşartina cenazeyê hunermendê Kurd Beytocan eşkere bû.

Beytullah Gunerî ku wekî Beytocan tê naskirin demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin.

Beytocan doh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, canê xwe ji dest dabû.

Li ser wesiyeta Beytocan ew dê li Swêdê were veşartin.

Hunermend Armanc ku di pêvajoya dermankirina Beytocan de bi wî re bû ragihand ku ew dê sibê li paytexta Swêdê bajarê Stokholmê bi merasîmekê were veşartin.

Hunermend Armanc li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand:

“Hunermendê dilê me ji nava me koça dawî kir. Bi vê wesîleyê em dixwazin hûn beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Beytocan bibin.”

Merasîm dê demjimêr 10:00an li Salona Strandkyrkogardenê ya Şaredariya Tyresoyê dest pê bike.