Civak û desthilat di navbera rewşenbîr û marîfetê de

13-08-2019
RÛDAW
Nîşan Civak Desthilat Rewşenbîr Marîfet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê nivîsê de têgiha desthilatê ji wê maneya siyasî ya di nav çanda me de vala ye. Desthilat wê nerîna Foucaultî dide ku wek pêwendiyên hêzê bi nav kiribû. Li vir wêneyên desthilatê pêwendiyeke pevguhêr a misêwa di navbera desthilat û marîfetê de ne, li wê gorê ku marîfet xwedî desthilat e, wek çawa desthilat jî hilgira marîfetê ye.

 

Tişta civakekê ber bi pêş ve dibe ne girêdayî wê pêşveçûna serxanî ye ku civak gihîştiye wê, lê belê girêdayî jêrxana civakê ye. Li vir têgiha jêrxanê hertim li gor edebiyata Marksî hilgira nerîneke aborî ye, lê aborî çiqasî xwedî desthilateke serbixwe be, ew desthilat bi xwe hilgira marîfeta desthilata aborî ye, bêyî hebûna marîfetê şiyana wê desthilatê ya vebûn û geşbûna li ser bazara azad tune. Pirsgirêka desthilata me ya aborî ne girêdayî wê bazarê ye, lê belê girêdayî ne amadebûna marîfetê di nav desthilata aborî de ye, bi maneya ku ew desthilat marîfeta xwe kifş nake. Hest nekirina bi zanîn û marîfetê wiha li wê bazarê dike ku geşbûna wê tenê li ser asta aborî be û nikaribe beşdariyê di geşbûna civakî de jî bike.

 

Helbet ev mijar ewqasî babeteke taybet e ku pêwist e pisporên vî warî bi xwe li ser bipeyivin. Ev amajeya me qasî ku axaftin e li ser jêrxana civakî, ewqasî ne nêzîbûn e ji babeteke aborî.

 

Bi heman awayî zanîn û marîfet xwediya desthilata xwe ye çi qasî kar bi wê desthilatê neke jî, dawiya dawî bandorên wê di nav civakê de hene, lewra cudahiya navbera marîfet û desthilatê di wêneya kitêb û sermayeyê di vê xalê de derdikeve. Sermaye wek desthilata aborî rûyê xwe yê marîfî berhem nayîne, lê kitêb wek marîfet bê xwestina xwe desthilata wê ya marîfî di nav civakê de derdikeve.

 

Da ku em kûrtir nêzîkî vê mijarê bibin, em ê hewl bidin civakekê wek mînak werbigirin da ku em bikarin ji asta têgihîştina wê bandorê fam bikin. Ev bi ti awayî ne danberheva civaka kurdî bi civaka almanî re ye, qasî ku hewldanek e ji bo têgihîştina civaka almanî ya niha.

 

Dema civaka almanî wek dinyayeke nû ku bi ser mirovên cuda de hat vekirin û destilateke sermayeyê ya reha bi ser jiyanê de heye, lewra xwendineke ne kûr e eger em wiha bawer bikin ku, ji ber Cenga Duyam a Cîhanê ew civak wêran bû, hêza kar dixwaze ava bike, wek exlaqekî ji bo civakê bimîne. Lê belê ev babet ji wiha kûrtir û berfirehtir e, ne tenê girêdayî aboriyê ye, qasî ku marîfeta civakî û marîfeta aborî bi hev re beşdariyê di pêşvebirina civakê de dikin.

 

Li vir pirsgirêk marîfet e, amadebûna marîfetê wek desthilatê ye. Marîfetê civaka almanî kir ew civaka ku bikare amadebûna wê bibe amadebûna nasnameyê. Eger hevrikiya fikirî ya mirovî li ser du bîr û baweriyên hevdij jî hebe, ew hevrikiya felsefî ya navbera Hegel û Marks e, herdu fîlozof alman in. Ev amadebûn di mîrata felsefî ya derketina girîng a wê civakê ye, wek çawa eger em vegerin qonaxa nûjenî û paş nûjeniya felsefî, nerîn girêdayî du fîlosofên rexneyî ne ku ew jî Kant û Nietzsche ne û helbet herdu jî alman in. Ev wiha dike marîfeta wê civakê ne tenê girêdayî navenda felsefî be, bi qasî ku marîfet ji bo civakê dibe xwedî desthilat. Eger dramaya Aristoyî li ser mîrata şanoyî çêbûbe, lê Brecht şanoyek afirand ku şanoya dijî Aristoyî bû, ma gelo Brecht jî wek Marks ne alman bû?

 

Lewra em fam dikin ku pêwendiya marîfet û desthilatê pêwendiyeke hevbeş e ku beşdariyê di hişyarî û geşbûna civakê de dikin. Wek çawa di civaka kurdî de zanîngeh û saziyên sivîl hene, lê em hertim ji nav marîfeta seretayî derneketine, çimkî marîfetek e di gavûsaeta xwe de karîbû desthilatê biafirîne, li vir divê em li ser vê xala girîng bisekinin.

 

Helbesta kurdî ya klasîk û helbestvanên klasîk li hucrikan têne hebûnê, bandora wan jî curekî ji desthilatê diafirîne ku wiha dike marîfeta me bibe marîfeta wan, lê dema di bajar de marîfet nabe xwedî desthilat, girêdayî du astan e: Asta yekem girêdayî marîfetê bi xwe ye ku nebûye beşek ji civakê ku civak marîfetê wek desthilat kifş bike. Asta duyem girêdayî têkdana jiyana gundan e di dawiya heştêyan de ku çîna civakî nema û bajar wek cihê dijminan û gund wek cihê şoreş û şoreşvanan hate mêzekirin. Rabû me jî marîfeta bajar ji xwe dûr xist û em teslîmî marîfeta gund bûn. Vê kir ku heta îro jî şiyana me ya terkandina zanîna gund nebe û em nikaribin wiha li civakê bikin ku marîfeta bajar wek ya xwe bibîne. Vê wêneyê wiha kir ku marîfet nebe desthilat, herwiha şiyana wê nabe beşdariyê di guherînên kultûrî û pêşveçûnên civakî yên civaka me de jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst