Hesen Şerîf: Pêşmergetî qonaxa zêrîn û bi rûmet a jiyana min bû

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Kurd Hesen Şerîf niha li gel hunermenda Kurd Rojda ji bo klîba stranekî kar dikin ku behsa jenosîda li ser gelê Kurd dike.

 

Hesen Şerîf, ku berê pêşmergetî jî kiriye, gelek caran stranên li ser xak, nîştîman, netew û pêşmerge çêkirine û gotiye. Ew niha li derveyî welat dijî û di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa karên xwe yên hunerî û herwiha rewşa îroyîn a hunera kurdî dike.  

 

Beriya hemû tiştan vê bipirsim, çima vegeriyayî Kurdistanê?

 

Ez ji bo klîba straneke nû hatime Kurdistanê. Li gel hunermenda navdar a Bakurê Kurdistanê Rojda klîbekî amade dikin. Gotinên vê stranê yê mamoste Emîn Botanî ye û behsa jenosîda li ser gelê Kurd dike. Berhemê Tora Medyayî ya Rûdawê ye û spasiya we dikim ku ji bo berhemanîna vê klîbê we hevkariya me kir.

 

Ji bo klîba vê stranê we çima navçeyên dîrokî yên Kurdistanê yên wek Kelha Şêrwane ya li Kelarê, Qişleya Koyê hilbijart?

 

Ev stran behsa janosîda li ser gelê Kurd dike, lewma derhênerê klîbê Kak Saman Ednan biryar da em li van deran dîmenan tomar bikin.

 

Beriya niha te strana bi navê “Reş û Şîn” belav kirk u behsa bûyerên 16ê Cotmehê dike. Dixwazim mebesta vê stranê fam bikim?

 

Mebesta vê stranê zelal e û behsa îxaneta mezin a 16ê Cotmehê dike. Min jî wek hunermend hez kir di vê derbarê de stranekê bêjim ku tê de dibêje: “Şivanê me gur anî û berda nav mîh û pezan.” Tekst û awaza vê stranê jî yê mamoste Emîn Botanî bû û ez pir spasiya wî dikim.

 

Ti planeke te ji bo belavkirina albûmeke nû heye?

 

Karê ji bo albûmeke stranan zehmet e, bi taybetî jî niha. Ji ber vê yekê ji bo demeke nêzîk planeke min a wiha nîne. Ez karên xwe bi sîngil belav dikim. Hunermendên Kurd ji karên hunerî dahat bidest naxin. Lewma berhemanîna albûê pir zehmet e.

 

Baş e ji bo konsertan? Tu li Swêdê dijî, li wir rewşa konsertan çawa ye?

 

Bi giştî li Kurdistanê çanda aheng û konsertan kêm e. Lewma rewşa konsertên stranan bi giştî li Kurdistan û Ewropayê jî ne baş e.

 

Tu hunermendekî ku li ser hemû babetan stranan dibêjî. Hertim dibêjin zarok û genc û pîr û kal guhdariya Hesen Şerîf dikin. Tu çi dibêjî di vî warî de?

 

Ev armanc û plana min e, divê hunermend di hemû rewşan de di hemû babetan de stranan bêje.

 

Dikariğm pirsa qonaxên jiyana te bikim?

 

Ev 20 sal in ez li Ewropa dijîm. Beriya wê pêşmerge bûm û jiyaneke min a zehmet û giran hebû. Lê ez pêşmergetiyê weke qonaxa zêrîn û bi rûmet a jiyana xwe dibînim.

 

Tu giringiyê didî nûkirina stran û folklore. Ev ezmûn ji bo te çawa ye?

 

Bi nêrîna min hunermendên kevn û hunera kurdî gencîneyeke mezin in. Weke hunermendên îro me arşîveke mezin û dewlemend heye da bikarin li ser kar bikin. Nûkirina stranên folklorî jî kareke ku divê were kirin. Pêwîste em hunera xwe nîşanê genkan û nifşên nû bidin. Ev erkê hemû hunermendan e.

 

Tu li gel hunermend Dilşad Seîd beşdarî şakara Pêşmerge û Şingalê bûyî, ev ji bo te ezmûneke çawa bû?

 

Bi nêrîna min ew şakar karên pir mezin bûn û divê hemû Kurd pê serbilind û şanaz bin. Birastî ezmûneke pir bêwêne bû û ti caran ji bîr nakim.