Salvegera koça dawîn a Aram Tîgran

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermdê bi esil ermenî Aramê Tîgran, ku bi kurdî stran gotin û li cem kurdan dihate hezkirin berî 6 salan wek van rojan ji nav me bar kir.

 

Aramê Tîgran weke dilsoziyekî li hember gelê kurd ku malbata wî ji qirkirinê xilas kiribûn, heta dawiya jiyana xwe wefadarê kurd û Kurdistanê ma.

 

Aram bi dehan kasêt û stranên xweş afirandin û li ser êş, evîn, xweza û lehengên Kurdistanê kilamên pir hêja çêkirin. Dengê Aram taybet bû, bi serê xwe ekolek bû. Wî bi gotinên sade û nazik dikarîbû hezkirina xwe di dilê her kurdekî de çêbike.

 

Aramê Tîgran an Aramê Melîkyan di 15ê Rêbendana 1934an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate dinyayê. Ew ermenî bû û bi kurdî û ermenî stran digotin. Di destpêka sedsala borî de, dema ermenî hatin qirkirin, kurdan malbata Aram parastin û ew ji mirina reş xilas kirin. Bavê wî qewîtî lê kiribû û jê re gotibû: "Kurê min Aram! Tucarî emeka kurdan li ser xwe ji bîr neke, eger hûn niha li rûyê dinê dijîn bi xêra kurda ye." Lewma Aramê şîrhelal jî heta roja dawî ji temenê xwe ma wefadar û dilsozê gelê kurd.

 

Cîhana Aram cîhaneke cuda û taybet bû. Hevalcêwiyê wî cumbiş bû û dengê wî ji kûrahiya dil derdiket.

 

Di sala 1966an de, malbata Aram ji Qamişlo vegeriya Ermenistanê cihê ku bav û dayika wî lê wefat kirin û Aram li wir karê xwe yê stranbêjiyê domand û stranên pirr xweş li ser kurd û Kurdistanê afirand.

 

Aramê Tîgran bi dehan stranên qeşeng û xweş gotine û bêhtirî 12 kasêtan belav kiriye. Dewlemendiya ziman û kultura Kurdê, vîna azadî û serxwebûna Kurdistanê, rûmeta azadiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ,ev tev hîm û bingehên stranên Aram Tîgran pêk tînin.

 

Stranên Aram wek çîçekên deşt û dolên Kurdistanê pirr û rengîn û xweş in, wek Bilbilo, Zimanê Kurdî, Zerya Min, Derdê Welat, Zînê, Şev Çû, Çiyayê Gabaro, Bi Hesreta Erîvanê, Ey Dilberê û Xemilî Zozan.

 

Wî gotinên bavê xwe dikir stran, herwiha gotinên gellek helbestvanên kurd wek Feqiyê Teyran, Seydayê Cegerxwîn û Dildarê Mîdî dikirin stranên xweş ku cihê xwe di nav dilê civata kurdan de digirtin.

 

Bilbilê awaz û kilama kurdî ya şêrîn Aramê bavê du keçan "Sîvan û Ayçemîk" û kurekî bi navê Agob di roja 8ê Tebaxa 2009an de li Atînaya paytexta Yûnanistanê koça dawî kir. Lê dengê wî yê zelal û xemgîn dê hetahetayê di nav me de sax û zindî bimîne.