4 jinên Japonî fêrî hunera neqşên derziyan dibin

13-07-2024
RÛDAW
Jinên Japonî û hostayên wan \ Xarpêt Wêne: AA
Jinên Japonî û hostayên wan \ Xarpêt Wêne: AA
Nîşan Ikumi Nonaka Xarpêt Fatma Çîftçî Şaredariya Xarpêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 jinên Japonî parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê fêrî hûnera neqşên derziyan dibin.

Jinek ji wan sala 1992an weke geştyar çûye Tirkiyeyê û ji bo fêrbûna neqşan li parêzgehên cûda yên Bakurê Kurdistanê jî geriya ye.

Koperatîfa Jinan a ser bi Şaredariya Xarpêtê ve, vê hûnera ferî jinan dike û hejmarek jin li wir berdewam li ser neqşên nû kar dikin.

 Ew niha bi hatina jinên Japonî kêfxweş bûne û tiştê dizanin fêrî wan jî dikin.

Ikumi Nonaka jineke Japonî ye, hem nivîskar û hem jî lêkolîner neqşa derziyê ye.

Ligel 4 hevalên xwe çûye parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê û ew ferî hûnera neqşa derziyê dibin.

“Êdî Japonî vê hunerê nas dikin”

Ikumi Nonakayê li ser huner neqşa deriyê wiha got:

“Li her cihî digerim û berheman kom dikim. Min xwest wan berheman bi hevalên xwe yên Japonî re jî parve bikim.

Li ser neqşa derziyê min gelek semîner dan, êdî Japonî vê hûnera destan nas dikin.”

Bi pêşengiya Koperatîfa Jinan a Şaredariya Xarpêtê hosteyên neqşa derziyê, vê hûnera qedîm ferî jinan dikin û ji hatina jinên Japonî jî kêfxweş in.

Hosteya Neqşa Derziyê Fatma Çiftçiyê jî wiha got:

“Hevdîtineke xweş bû. Bi rêwîtiyeke 12 demjimêran bi firokeyê ji Japonyayê hatine vê derê û li Xarpêtê ferî neqşa derziyê bûn. Tiştekî xweş e.”

Jina Japonî Ikumi Nonaka cara yekem sala 1992an wekî geştyar hatiye Tirkiye û piştre sala 1995an biryar daye li Antalyayê bijî.

Nonaka bi salan e bi armanca lêkolîna li ser neqşa derziyê li parêzgehên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê digere.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst