Şaredariya Qoserê kampanyaya pirtûkên Kurdî li dar dixe

13-06-2024
RÛDAW
Nîşan Zimanê Dayikê Zimanê Kurdî Şaredariya Qoserê Karne
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê ragihandiyê dê pirtûkên Kurdî wekî diyarî bide xwendekarên polên 5,6,7 û 8an ên bajêr.

Miduriyetê Çandê ya Şaredariya Qoserê, îsal ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8an kampanyayeke pirtûkan çêkir.

Şaredariyê ji ser hesabê xwe yê Xê ragihandiye zarokên ku karneya xwe bînin dê wekî diyarî kitêbên Kurdî û Tirkî bide wan.  

Yekî ji dildarên kampanyaya şaredariyê ji Rûdawê re da zanîn ku wan bi akademîsyenên Enstîtûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê re lîsteya pirtûkên Kurdî yên zarokan amade kiriye.

Li gorî zanyariyan pirtûkên xwendekaran hazir in

 Zarok sibehê û piştî Cejna Qurbanê jî dikarin tevî karneyên xwe serî li şaredariyê bidin û pirtûkan ji şaredariyê bistînin.

14ê Hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema xwendinê bi dawî dibe û xwendekar dê karneyên xwe bistînin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst