Stenbol (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Kerem Tekoglu dibêje zimanek dikare bi zarokan bijî, zimanek dikare bi zarokan mezin bibe û dewlemend bibe.
Zimanê Kurdî ji aliyê gelê Kurd ve bi hezaran sal e tê bikaranîn. Ew girêdayî famîla Hînd û Ewropî ye. Ew yek ji zimanên Mezopotamya û Rojhilata Navîn e ku xwedî gelek zaravayan e. Weke mînak kurmancî, soranî, goranî û zazakî bitenê hin ji wan zaravayên vî zimanê dewlemend e. Kurdên Başûrê Kurdistanê bi giştî bi soranî diaxifin lê yên Bakûr herî zêde zaravaya kurmancî bikar tînin. Lê li Bakûrê Kurdistanê ji ber ku kurdî ne zimanekî fermî ye û di perwerdeyê de nayê bikaranîn geşedan û pêşketina zimên şikestin dixwe û her diçe tê jibîr kirin. Di vê qadê de hewlên takekesî gelekî girîng in. Keremo Tekoglu kesekî ji Farqîna Amedê ye û li ser çand û zimanê Kurdî gelek xebatên wî hene.
Keremo Tekoglu di vî warî de gelek berhem pêk aniye û herî dawî jî rêzepirtûkeke bi navê Çîrokên Gulê deraniye ku ji bo zarok bikaribin ji xwe re çîrokên bi Kurdî bixwînin û xwe li zimanê xwe yê qedîm bigrin
Nivîskar Keremo Tekoglu wiha behsa xwe û xebatên xwe dike: “Ez di sala 1984an li Farqîna Amedê hatime dinê. Ya rast ciwaniya min kete salên gelekî dijwar yên Farqînê. Di wan salan de gelek dijwarî hebû, gund dihatin vala kirin û şewitandin. Ev biqasî 20 salane ku ez li Stenbolê dijîm. Û ji 1999an û vir de jî ez bi kar û barên çand û huner û zimanê Kurdî ve eleqedar im. Min şanogeriya Kurdî kiriye, nivîsandiye an jî perwerda şanoyê jî daye. Wek ku hun îro dibînin 20 pirtûkên min yên zarokan hene. Ji ber ku ez dizanim li Bakûrê Kurdistanê zimanê Kurdî, bi taybetî zaravayê zazakî lê zaravayên din jî weke mînak zaravayê kurmancî di bin xetereyeke pir mezinde ye. Lê zimanek dikare bi zarokan bijî, zimanek dikare bi zarokan mezin bibe û dewlemend bibe. Eger hun bikaribin vî zimanî çiqas baş bikarbînin jî heke em li dû xwe tiştekî nehêlin û hewl nedin ku zarok bi Kurdî biaxifin ev ziman mixabin dê mehkûmê mirinê be.
Di vê rêzepirtûkê de gelek çîrokên cûrbicûr hene û her wiha tê de wêneyên ji bo boyaxê jî hatine çêkirin bo ku zarok karibin ew rengîn bikin. Keremo di heman demê de dersên Kurdî jî dide zarokan. Car caran li derve wan li hev dicivîne û bi coş û xweşî bi hev re zarokan fêrî zimanê Kurdî dike. Bi vî hawî zarok him hînî zimanê xwe dibin û him jî li gel hev wextekî gelekî xweş derbas dikin. Argeş û Rewan jî tevlî van dersên bi Kurdî dibin. Bi vê rêyê ew zimanê xwe bipêş dixin û wek ku tê dîtin ew gelekî serkeftîn e jî:
Xwendekara zimanê Kurdî Rewan jî dibêje: “Ez pir dixwazim ku karibim bi kurmancî xeberdim û bi kurmancî kitêban bixwînim. Lê ez diçim dibistanê tirkî ye, ez diçim dikanê tirkî ye, ez diçim derva ziman bi tirkî ye. Lewma jî nikarim û zorî dikşînim. Ez pir dixwazim bi kurmancî xeberdim. Lê diçim kuderê divê bi tirkî xeberdim. Ez pirtûkan dixwînim lê pir zor e ji bo min.”
Xwendekarê kursê Argeş jî got: “Ez diçim pola 6an. Ez çewa bi tirkî dikarim biaxifim wisa dixwazim bi kurdî ji xeberdim. Ez biçim derva dixwazim bi kurdî biaxifim. Çi dikkan an her kuderê be dixwazim bi kurdî xeberdim. Dixwazim ku dibistanên kurdî vebin û em bi kurdî bixwînin. Çima ezê herim yên Tirkî bixwînim?”
Keremo xwedî vê projeya taybet e û vêga dê ji me re bahsa vê ramana xwe bike ku çawa û bi çi hawî vê fikra xwe pêk aniye: “Mebesteke min ew bû ku ez bikaribim di vî warî de tiştekî bihêlim. Pirtûkên zarokan kete bîra min. Berê min şanoya zarokan jî çêkiribû, bi kurdî me tevî zarokan şano dikir. Min her wiha belgefilmên zarokan jî çêkiriye. Lê min got divê tiştekî mayinde bimîne û navê wî divê pirtûk be ji bo perwerdekirina zarokan.”
Hînbûna zimanê zikmakî li tevahiya cîhanê wek mafekî sereke hatiye qebûl kirin. Ji bo zimanê Kurdî tevgera bidestxistina vî mafî bi rêyên zagonî hê jî berdewam e. Ji bilî wan tevgeran hewl û têkoşînên kesan jî agirê fêrbûna zimanê Kurdî hêj gurtir û geştir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse