Feqiyê Teyran hat bibîranîn

13-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Li navçeya Miksê ya Wanê 5emîn Bernameya Bibîranîna Feqiyê Teyran hat lidarxistin.

 

Sala 2010an li ser tirba Feqiyê Teyran ji aliyê Wezareta Geşt û Kulturê turbeyek hat çêkirin. Wê salê bi beşdarbûna rayedarên Wezareta Geşt û Kulturê cara yekemîn bernamayek ji bo bibîranîna Feqiyê Teyran hat pêk anîn.

 

Piştre her sal bipergel li Miksê ji aliyê parêzgariya Wanê ve Bernameya Bibîranîna Feqiyê Teyran hat lidarxistin.

 

Parêzgarê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Rêvebirê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Kiyasettin Kirekin, Serdozgerê Komarî yê Mikse Yasin Muammer Ipekleşen û rêveberirê çend saziyên din û hejmarek zêde welatî beşdarî bernameya bîranîna îsal bûn.

 

Di çarçoveya bernameyê de ewil beşdarvanan serdana mala Feqiyê Tayran a li Taxa Kartalê kirin.

 


Parêzgarê Wanê Îbrahîm Taşyapan di bernameya bibîranînê de destnîşan kir ku Feqiyê Tayran mitesewif û derwêşekî pir mezin e û wiha domand:

"Feqiyê Teyran, li ser vê axê, xwe ji hêla menewî ve perwerde kiriye. Ev rojên bibîranînê pir baş in. Ji ber ku em çi qas ji nirxên xwe haydar bin, ewqas baş e. Îro hemû cîhan Mewlana û Yunis Emre nas dike. Înşellah di salên pêşiya me de hemû cihan dê Feqiyê Teyran jî nas bike."

 


Feqiyê Teyran kî ye?

 

Feqiyê Teyran li gundê Miksê yê ko girêdayiyê Colemêrgê ye ji dayîk bûye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek a xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine.

 

Feqîye Teyran di diroka wêjaya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destan-nivîs û çîrok nivîskekî mezin e. Kurê mîrekî kurd yê ku di salên 1590-1660an de jiyaye. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewlê Hespê Reş e. Her wiha di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Bersîs).

 

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebûn. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên zimên û wêjeyê hatine dayîn. Ev berhema ku pir tê zanin a Ferîdeddîn Atar e. Wateya wê axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Ferîdedîn Atar girtiye. Mewlana ji tesîr ji ferasate tesewufî ya Ferîdeddîn Atar girtiye.

 

Feqî di wêjeya kurdî de helbestvaneki girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miski, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê ji bi kar aniye. Navê wî yê rastîn Mihemed e. Li gorî lêkolînan dibe ku Feqî ji malbateke mîran be. Tirba wî hê jî li navçeya Miksê ya Wanê ye.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst