Şaciwana Rojhilata Navîn: Dixwazim navê kurdan li cîhanê belav bikim

Hewlêr (Rûdaw) – Şaciwana Rojhilata Navîn Jale Tofîq dibêje, ew dixwaze herdem di cîhanê de navê kurdan bilind bike.

 

Şaciwana Rojhilata Navîn Jale Tofîq vegeriya Başûrê Kurdistanê û di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa çawaniya hilbijartina xwe û herwiha bernameyên xwe yên paşerojê kir.

 

Jale Tofîq, ku li Amerîkayê weke şaciwana Rojhilata Navîn hate hilbijartin, got: “Pêşbirka Şaciwaniya Rojhilata Navîn her sal li Amerîkayê tê sazkirin. Armanca vê pêşbirkê ew e, ku nirx û hêzê bidin keçên Rojhilata Navîn. Ev sêyemîn sal e tê sazkirin. Sala yekemîn keşekê Lûbnanî, sala duyemîn jî keçekê Aşûrê bir. Sala sêyemîn jî weke keçekê kurd, ez hatime hilbijartin.”

 

Derbarê beşdarbûna vê pêşbirkê de Jale Tofîq diyar kir; “Destpêkê min forma application dagirt, paşî ligel min axivîn û xwestin min ji nêzîk ve nasbikin. Gelek kesan navê xwe tomar kiribûn. Di nav wan de neqandin û ewên herî baş gihiştin qonaxa dawiyê.”

 

Jale Tofîq da zanîn, ku di mijara axaftin, teyc, rwşenbîrî û gelek mijarên din de ew weke serkeftî hatiye dîtin û got: “Tenê ciwanî nabe merc. Rast e, ciwanî, cil û berg û şêwazê derketinê jî rol dibîne, lê hemû tişt tenê ne ev in.”

 

Şaciwana Rojhilata Navîn, ku li Amerîkayê dijî, derbarê çalakiyên xwe de jî got: “Daxwaza min a heRî mezin ew e, ku dema diçim civîn û boneyan behsa kurdan bikim û kurdan binas3inim. Ez herdem hez dikim navê kurdan bilind bikim.”

 

Jale yek ji baştirîn zanîngeha Amerîkayê, Zanîngeha Kalîforniyayê xwendiye û serkeftî bûye. Ew dibêje ku gelek cidî ye û dixwaze di kar û xwendina xwe de serkeftî be, bi navê keça kurd xizmetê bike.

 

Şaciwana kurd niha ligel kompanyayekê kar dike, ku ev kompanya li dijî penceşêrê dermanan çêdike.

 

Tofîq diyar dike: “Hefteyê 50 demjimêran kar dikim. Gelek hez ji karê xwe dikim. Jiber ku raste rast bi jiyana mirovan re eleqeder e.”