Stranbêj Canê bi fîlmekê beşdarî Cannesê dibe

Cannes (Rûdaw) – Stranbêja Kurd Canê bi fîlmekê beşdarî 69emîn Festîvala Fîlmên Cannesê ya Fransayê dibe.

 

Stranbêj Canê, ku zêdetir wek stranbêj li kurdistanê tê naskirin, karê derhêneriyê jî dike û herî dawî derhêneriya fîlma bi navê "Jenosîda Şingalê" kiriye û herwiha di wê fîlmê de aktirîsta  serke ye.


Canê ji Rûdawê re ragihand, filma wê di festîvala navdewletî ya Cannesê de beşdar e û beriya niha jî di festîvala Monako de hatiye nîşandan.