Aramo li Başûrê Kurdistanê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ew çend roj in hunermend û medyakarê Kurd Aramo bi biryara dadgeha qezaya Şeqlawe ya Hewlêrê hatiye girtin. Qaymeqamê Şeqlaweyê Karwan Kerîmxan jî ragihand, “Aramo li ser giliya kesekî û ji ber pabendî erkên xwe yên darayî nebûye, hatiye desteserkirin”.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew çend roj in hunermend û medyakarê Kurd ê navdar Aramo bi biryara dadgeha cîbicîkar a qezaya Şeqlawe ya Hewlêrê hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Aramo deyndarê çend kesan e û li ser giliya wan kesan hatiye desteserkirin.

Qaymeqamê Şeqlaweyê, Karwan Kerîmxan roja Çarşemê 12ê Nîsana 2023an têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Tevî ku ew mijar ji taybetmendiyên dadgehê û darazê ye, lê  tişta ku hatiye zanîn ew e ku ew kes ji ber pabendî erkên xwe yên darayî nebûye, li ser giliya kesekî bi biryara dadgehê hatiye desteserkirin.”

Mijara desteserkirina Aramo di torên civakî yên Herêma Kurdistanê de jî deng vedaye û wiha hatiye belavkirin ku Aramo ji aliyê Asayişa Hewlêrê ve hatiye desteserkirin.

Lê belê Berdevkê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê, Eqîd Sebah Xidir ji Rûdawê re got: “Ti kesek bi navê Aramo ji aliyê Asayişê ve nehatiye desteserkirin.”

Aramo hunermend û medyakarekî Kurd e û ew çend sal in di çend kanalên televîzyonê yên Başûrê Kurdistanê de bernameyên cor bi cor pêşkêş dike.