Mala Zehawî konsera xwe yekem a îsal li Hewlêrê li dar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Konsera yekem a îsal a Mala Zahawî li Hewlêrê bi beşdariya hinek ji muzîkjen Kurd û Fransî hat lidarxistin.

Hunermendê navdar ê Kurd Hejar Zehawî ji Rûdawê re got, di yekemîn konsera werza nû de wan muzîka Kurdî û Fransî têkelî hev kirin.

Gelek hezkiriyên muzîkê beşdarî konsera ku 9ê Adarê li Erbil Hillsê hat lidarxistin bûn.

Hejar Zehawî destpêka bernameyê gotarek pêşkêş kir û bi kurtî behsa xebatên ku wan wek Mala Muzîkê di sê salên borî de kirine, kir.

Zehawî da zanîn ku sala yekem wan cih da kom û hunermendên muzîka Kurdî û salên piştre jî cih da muzîka hunermendên ji neteweyên cuda.

Piştre jî hunermendên Fransî Leila Soldevila, Noemi, Antonine Girard û Robin Vassy derketin ser dikê.

Piştî koma Fransî hunermendên Kurd Dere Aram, Şera Soran û Rêbaz Sadiq derketin ser dikê.

Komên Kurd û Fransî jî xebatên xwe yên hevpar pêşkêş kirin.

Zehawî di beşa dawî ya konserê de bi her du koman re li defê xist.

Di dawiya axaftina xwe de jî Zehawî ji bo piştevaniya wî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Konsêr bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê hat lidarxistin.