Romanek derbarê komkujiya Kurdên Êzidî de hat belavkirin

13-02-2019
RÛDAW
Nîşan Omer Seyîd Espere Komkujî Kurdên Êzidî Enfal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Romana nivîskarê Kerkûkî Omer Seyîd a derbarê komkujiya Kurdên Êzidî û Enfalê de bi navê “Espere” hat belavkirin.

 

Romana Kerkûkî Omer Seyîd a derbarê komkujiya Kurdên Êzidî û Enfalê de ya herî dawiyê bi navê “Espere” derket.


Omer Seyîd ji Rûdawê re derbarê roman xwe de wiha got: “Mijara romana min, komkujiyên li hemberî Kurdan e. Enfal û komkujiya DAIŞê li dijî Êzidiyan pêk aniye jî mijarên vê romanê ne.


Nivîskarê Kurd diyar kir ku di romana wî de qurbanî behsa bûyerên jiyana dikin û wiha axivî: “Qurbaniyên Enfalê û jin û mêrên Şengal, Koço û gundê Kuleco yê Germiyanê behsa serpihatiyên xwe dikin. Qurbanî di nav dinyayekî xeyalî û dadgeheke mejûyî de di rihê spî yên jinan de celadên xwe dikin nav qefesa dadgehê û hemû mejiyê dagirkerî û komkujiyê rûreş û şermezar dikin.”


Omer Seyîd di sala 1970yê de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye û dibistana serateyî û amadehiyê li Çemçemalê qedandiye. Pêştir karên wek şanogerî û nîgarkeşiyê kiriye. Di warê şanogerî, nîgarkêşî û çîrok nivîsandinê de çend xelat wergirtine.


Seyîd berî vê romana xwe ya dawiyê li ser heman mijarê du romanên bi navên “Bazne Raxrewekani Babil” û “Serzemini Zikzike” nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst