Fîlma Zagros xelateke girîng wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma derhênerê Kurd Sehîm Umer Xelîfe ya bi navê "Zagros" li Fransayê di 35emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Annonay de xelata herî mezin wergirt.

 

Her sal di navbera 2 û 12ê sibatê de Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Annonay te sazkirin û îsal ligel fîlma Zagros 8 fîlmên din di çarçoveya pêşbirkê de ketin rikeberiyê.


Berî niha fîlma Zagordi beşa "Limelight" a festîvala Rotterdamê de hatibû nîşandan. Ev festîval ji bo nimayîşkirina wan fîlman e ku beşdarî festîvalên giring bûne û xelat bi dest xistine.


Fîlma Zagros herwiha ji aliyê malpera "Cutting Edge" ya Belcîkayê ve, li gel fîlmên din ên wî welatî hatibû destnîşankirin ji bo ku xwendevan û hezkiriyên sînemayê deng bidin û weke fîlma herî baş a sala 2017an were hilbijartin.


Li Belçîkayê Mijdara 2017ê di 44emîn Festîvala Fîlman a Gentê xelata “Grand Prix” wergirtibû.


"Zagros" ku yekem fîlma dirêj a derhênerê Kurd Sehîm Umer Xelîfe ye, li gel heşt fîlmên din li beşa pêşbaziya 35emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Annonay a li welatê Fransayê bajarê Annonayê, ji bo bidestxistina xelata festîvalê beşdarî pêşbaziyê bû. Zagrosê xelata herî mezin a pêşbaziyê wergirt.


Fîlm behsa çîroka şivanekî Kurd ê bi navê Zagros dike.


Sehîm Umer Xelîfe berî niha bi rêya kurtefîlmên bi navê "Messiyê Bexdayê", "Welatê Qehramanan", "Nêçîrvanê Xirab", 98 xelat di festîvalên sînemayî de wergirtine.