Jineke ji Urmiyê komkujî û êşa Şingalê kiriye pirtûk

13-01-2023
RÛDAW
Çîrok behsa serpêhatiya jineke Kurda Êzidî bi navê Agirîn dike
Çîrok behsa serpêhatiya jineke Kurda Êzidî bi navê Agirîn dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke ji parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, komkujî û karesata ku bi ser Kurdên Êzidî de hat, ew qasî ew êşandibû, ku bi salan ji bîr nekir û di yekemîn ezmûna njivîsa xwe de ew trajedî kire mijara pirtûkekê.

Xelka navçeya Mirgewera Urmiyê Homa Sofî, dema ku DAÎŞê sala 2014an êrîşî Şingalê kir, xwendekar bû û weke her keçeke Kurd, li gundên Mirgewer ketibû bin bandora xemgîniya bûyerên Şingalê.

Piştî 2 salan Homa Sofî rêya penaberiyê da ber xwe û niha li Awustraliya dijî. Çîroka ku ji dema êrîşa DAIŞê bo ser Çiyayê Şingalê di serê xwe de vehûnabû, xiste ser kaxezê û pirtûka xwe ya bi navê Rondikên Çiyayê Şingalê nivîsî.

Di çapa Înglîzî û Farsî de jî çend helbestên bi zimanê Kurdî hene ku qala mêrxasiya zilamekê bi navê Mêvan dike ku ew jin rizgar kirbû.

Huma Sofî dibêje: “Dîtina zilma DAIŞiyan a li ser xwîşk û birayên me yên Êzidî ez gelek êşand û birîndar kirim. Piştî salan jî ev êş her ligel min ma. Ji ber wê yekê min xwest ku ez wê êşê bi pênûsa xwe binivîsim û li dinyayê bidim nasîn.”

Pirtûka “Rondikên Çiyayê Şingalê” qala çîroka jineke Kurda Êzidî bi navê Agirîn dike, dema ku êvara berî êrîşê, li gundekî biniya çiyayê Şingalê li gel hevjîn û zaroka xwe bi evîneke germ ji siberoja xwe digotin û dikeniyan, sibeha roja din çîrokeke din destpê dike. Dibe yek ji wan jinên ku ji aliyê DAIŞê ve tê revandin û piştre ji aliyê rolgêrekî din yê nav romanê de bi navê Mêvan ji destên DAIŞê tê rizgarkirin û bo Çiyayê Şingalî tê şanbdin.

Pirtûk bi zimanê Înglîzî hatiye nivîsîn û her xwe jî wergerandiye ser zimanê Farsê, vêca niha di hewl de ye wergerêne ser zimanê Kurdî jî.

Karesata Şingalê ew qasê kûr û dijwar e, ku bi salan her nû dimîne, ji ber ku korên bikum ên wê bûyerê hîna yek bi yek tên dêtin.

Li ser asta navdewletî hîna bi wî navê ku jê re pêwîst e û di asta wê êşa giran de be, nayê binavkirin û nehatiye nasandin, ku bi her pîverekê be divê jînosîd be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst