Bilind Îbrahîm dê îşev li Hewlêrê konserekê bide

12-12-2022
RÛDAW
Nîşan Bilind Îbrahîm Konser Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar Bilind Îbrahîm dê li Hewlêr a paytext ji bo hezkiriyên xwe konserekê li dar bixe û bijarteyeke ji berhemên xwe yên kevn û nû pêşkêş bike.

Rêkxerê konserê Raymond Aboud ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di rêze konserên ji bo hunermendên Kurd û biyanî li Hewlêrê ji bo Hunermendê navdar Bilind Îbrahîm jî konserekê li dar bixin.

Rêkxerê konserê Raymond Aboud her wiha diyar kir ku konser îro Duşemê 12ê Berfanbara 2022an di demjimêr 21:00an de li salona konseran a MI9ê ye.

'Dilê Min Bo Te Ye' klîba herî dawî ya hunermend e ku di heşt mehan de zêdetirî 4,3 milyon caran hatiye temaşekirin.

Bilind Îbrahîm li Duhokê ji dayik bûye, di sala 1974an de malbata wî ji Şingalê koçî Duhokê kiriye, beşa muzîkê ya Peymangeha Hunerên Bedew a Duhokê qedandiye. Di sala 1986an de yekem berhemê xwe belav kir ku straneke Hunermendê navdar Mihemed Şêxo bû.

Di sala 1991an de bi Grûba Pêşeng re beşdarî çend konseran dibe, di sala 1994an de yekem strana xwe ya bi navê “Bala Bala” tomar dike û di sala 2001ê de bi strana “Hêlîna Zêrîn” navdar dibe.

Bilind Îbrahîm xwedî çend albûmên bi navê ' Hêlîna Zêrîn', 'Were Perî', 'Geryanek', 'Momî Temen' û 'Careka Dî' ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst