Şevger Mîrza awaz û muzîk ji dehan hunermendên Kurd re daniye

12-12-2021
Huner Reşîd
Şevger Mîrza hunermendekî naskirî yê Rojavayê Kurdistanê ye
Şevger Mîrza hunermendekî naskirî yê Rojavayê Kurdistanê ye
Nîşan Şevger Mîrza
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Şevger Mîrza yek ji  hunermendên diyar ê Rojavayê Kurdistanê û xelkê Dêrika Hemko ye. Şevger Mîrza bi dirustî nizanê çend berhemên hunerî weke muzîkk û awaz dane Hunermendên Kurd.

Şevger Mîrza niha temenî wî 58 sal e ku ji vî temenê xwe 40 sal di nav hunerê de derbas kiriye, le Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê dijî. Gelek stranên xwe dane hunermendên naskî weke Şivan Perwer, Ebdulqehar Zaxoyî û çend hunermendên din ên Kurd.

Mîrza şarezaya bi di rêya hunerê de wergirtî  li ser mijarên hunera xwe diparêze ya yekem peywên Kurdî yên resen û duyem jî ew tama di awaza wî ya taybet a kurdî de.

Hunermed Şevger Mîrza dibêje: “Bi rastî rejîme  tehdayî li me hemûyan kiriye ku em stranên Kurdî nebêjin. Min tiştek xwaziyê heye, spas ji Xwedê re ez peyv û awazên xwe ji ber dikim, hewce nake ez wan binivîsim. Min bi sedan stran çêkirine û dane hunermendan, lê min ew ne nivîsandine. Bavê gelek caran aciz dibû. Sê caran akordiyona min  şikand. Ji min re digot karê hunerî neke, lê min bi rûyê xwe yê qayim dîsa dest bi karê hunerî her berdewam kir. Heta niha jî ez ne poşmanim. Xweda bavê min efû bike, di dawiyê de hat ji min re got ka were ji min re lêxe. Bawer bike girî.”

Hinek stranên wî yên dayne hunermendên kurd û navdarbuyn wî û kurî xu cutyarî bume gutin

Kurê hunermend Şevger ê bi navê Cotyar jî par ji beşa hejmariyê ya Zankoya Duhokê der çûye ev salek e dest bi rêbaza bavê xwe ya hunerî kiriye. Herwiha berhemek ji peyvên bavê xwe û ji awazên mamê xwe çêkiriye.

Stranbêj Cotyar Şevger jî got: “Piştî min zanîngeh qedand dest bi karê hunerî kir. Ji ber ku kar nîne min nîne an jî ez betalim, dest bi karê hunerî kir, berevajo ew kareke pîroz e.Bavê min destpê kir, ez jî dixwazim li ser rêya wî berdewam bikim. Weke din gelek tiştên wî hene diyar nebûne û ew mane hêviya min ve û ez dê wan diyar bikim.”

Hunermend Şevger ev nêzîkî 10 salan e, ligel malbata xwe penaberî Herêma Kurdistanê bûye, lê ew xwe weke penaber nabîne ji ber rêz û xizmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî wî kirî.

Şevger Mîrza herwiha got: “Penaberiya me li Kurdistanê, em xwe wek penaber li Kurdistanê nabînin, em xwe weke li mala xwe dibînin. Tu niha herî Dêrikê tu xelkê Dêrikê li wê derê nabînî, tu dê lu Başûr an jî li Ewropayê bibînî.”

Hunermend Şevger Mîrza bi şêweyeke akademî nexwendiye, lê kariye ligel piraniya hunermendên ji perçeyên din ên Kurdistanê kar bike. Wî peyv û awazên xwe dane hunermendên weke Şivan Perwer, Ebdulqahar Zaxoyî, Rêkêş Seyranî, Cemal Sedûn, Azad Fqe, Xebat Duhokî, Emîn Nadir, Nîhad Yûsif û geleke din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst