Hunermendê navdar ê Kurd klîba Bedîuzzeman Seîdê Kurdî amade kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û derhênerê Kurd Helkewt Zahir, bo strana bi navê “Bedîuzzeman Seîdê Kurdî” video klîbek amade kir.

 

Gotinên stranê ji aliyê ku ji aliyê Xoşnaw Tillo ve hatiye nivîsîn û ji aliyê stranbêjê Kurd ê ji parêzgeha Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Mîre Elî ve jî tê xwendin.

 

Di vîdeo klîbê de dîmenên bajarên wek Mekke, Stenbol, dîmenên mizgeftan û Mescîd  El Eqsayê cih digirin.

 

Di gotinên stranê de wek kesayetekî oldar, mucedîdekî bihêvî, dilbirihm, wefadar, azad, wêrek, dadperwer, xwedî wijdan û ehlaqekî xweş behsa Bedîuzzeman Seîdê Kurdî tê kirin. Stran bi van risteyan dest pê dike:

 

Rîsale-î Nûr bo fikir hişyariyê dide

Mizgîniya xêr, hezkirin û rihmetê ye

Bo wijdan kêf û kelecanê dide

Bo giyanê têde rihetî û xweşî heye

 




Bedîuzzeman Seîdê Kurdî kî ye?

 

Seîdê Kurdî di dîroka Îslam û Kurdan de yek ji zanayên herî girîng e. Di sala 1878a de li gundê Nûrsê yê ser bi navçeya Xîzan a bajarê Bêdlisa Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Navê bavê wî Mîrza, nave dayika w3i jî Nûrê ye. Mamosteyê wî yê medreseyê di temenê wî yê 15 salî de navê Bedîuzzeman (bêhevtayê dema xwe) lê datîne.

 

Seîdê Kurdî di zarokatiya xwe de wek feqî li medreseyên cuda yên Bakurê Kurdistanê xwend û xwediyê hişekî pêşketî bû. Ji ber vê yekê di destpêkê de wek “Mela Seîdê Navdar” hat nasîn. Di salên xwe yên feqîtiyê de di derbarê de Îslamê de 90 pirtûk ji ber kir. Li gele bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Bêdlis, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Mûş, Amed, Cizîr û Rihayê geriya.

 

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî gava li Wanê bû, xwest li gor rêbazên xwe yên perwerdehiyê zanîngehekê li her sê bajarên Wan, Bêdlis û Amedê ava bike, ku dê navê wê “Medreset’uz-Zehra” (Zanîngeha Zehrayê) bûya û dê têde zanistiyên olî û fenî bi hevdu re bihata xwendin. Lê ev daxwaza wî ji aliyê şahê Osmanî yê wê demê Ebdulhemîdê 2yem ve nehat qebûlkirin, paşê di sala 1913a de ji aliyê şahê Osmanî yê bi navê Siltan Reşad ve hat qebûlkirin lê dema ku Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li perava Behra Wanê ya ser bi bajarê Wanê dest bi çêkirina vê zanîngehê kir, Şerê Cîhanî yê Yekem qewimî û ew û xwendekarên xwe neçar man ku berê xwe bidin sengerên şer.

 

Di meha Adara 1916a de di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de wek dîl dikeve destê Artêşa Rûsyayê ye û paşê derfetê dibîne ji destê wê artêşê direve û di sala 1918a de di ser welatên Ewropayê re derbasî bajarê Stenbolê.

 

Seîdê Kurdî di navbera salên 1905 û 19013a de di gelek rojnameyên wê demê de nivîskarî kir û di sala 1908a de di rojnameya bi navê “Rojnameya Teawûn û Terakkî ya Kurd” de nivîseke bi Kurdî ya bi sernavê “Ey Gelî Kurdan” belav dike û têde ji Kurdan daxwaz dike, ku yekrêziya xwe xurt bikin, bixwînin û bo rizgarkirina ji belengaziyê kar bikin.

 

Bedîuzzeman di dema serhildana Şêx Seîdê Pîranî ya di sala 1925a de mişextî bajarên Tirkiyê yên wek Burdur û Ispartayê hat kirin. Nêzikî 8 salan li van bajaran man û li wir rêzepirtûkên xwe yên bi navê “Rîsale-î Nûr” nivîsî û ji ber van pirtûk û fikirên xwe di sala 1935a de hat darizandin û bo bajarê Kastamonu yê Tirkiyê hat mişextkirin.

 

Seîdê Kurdî di dawiya temenê xwe de daxwaz dike vegere Kurdistanê û tê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê. Di 23ê Adara 1960a de di temenê xwe yê 82 salî de li Rihayê koça dawî dike. Termê wî li Mizgefta Îbrahîm Xelîlê (Dergah) li hemberî şikefta Îbrahîm pêxember tê binaxkirin lê piştî 2 mehan di 27ê Gulana 1960a de derbeya leşkerî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rûdide. Hikûmeta wê derbeyê biryarê dide ku gora Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji Rihayê rake û di 12ê Tîrmeha 1960a de gora wî bi awayekî nehênî tê rakirin û li cihekî nayê zanîn tê veşartin.