Seydayê Ehmedê Palo; Xwediyê helbestên weke pêlên deryayê
Hewlêr (Rûdaw) – Seydayê Ehmedê Palo di şiîrê de weke behrê bû. Helbestên wî wek pêlên deryayê li hev dikevin û mirov li ber xwe dibin. Palo nedişibiya tukesî, stîla wî di qada helbesta klasîk de taybet û cuda bû. Bi taybetî berhema wî ya neçapkirî Civîna Nemiran dikare bibe mînakeke sosret di warê helbesta kurdî ya klasîk de.
Helbestvan û zimanzanê Kurd yê mezin Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de hate ser rûyê dinyayê û di 1991ê de wefat kir. Melayê Palo jiyaneke dijwar û zehmet borand, lê wî her li ber xwe da û heta dawiya jiyana xwe berhemên balkêş û dîwanên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde kirin.
Berhema wî ya bi navê Civîna Nemiran ku hîn nehatiye weşandin, yek ji berhemên herî balkêş û mezin e di dîroka edebiyata kurdî ya klasîk de. Civîna Nemiran ji dehan hezar malikên şiîrî pêk tê û bi zimanekî zelal û hevgirtî hatiye nivîsandin.
Seydayê Palo ku bi zimanê erebî jî zanîbû, carekê daxwaza pirtûka fîlosof û nivîskarê Ereb yê navdar Ebûl Ala el Meirî ya bi navê (Rîsalet el Xufranê) ji dostekî xwe dike û dostê wî jî wê pirtûkê dide wî.
Êdî Seydayê Palo derdora du mehan nema xuya dike û piştî derbasbûna dema du mehan Palo dîsa diyar dibe, lê vê carê bi sedan rûpelên dagirtî bi helbestan di destê wî de.
Palo wiha ji dostê xwe re dibêje: “Ha vaye ji (Rîsalet el Xufranê) mezintir û xweştir û bi zimanê Kurdî.”
Seydayê Palo ew dastana xwe ya helbestî wek “Civîna Nemiran” bi nav kiribû û ji 10 hezar malikan nivîsandibû.
Helbestvanê Kurd Kasî Yûsiv wiha behsa vê bûyerê dike: “Carekê çavê Palo bi pirtûka “Ebûl Ala el Me` rî” ya bi navê “Rîsalet el Xufranê” dikeve û li wî te`in tê, xîreta netewî li wî dide çawa ku pirtûkeke wek vê pirtûkê di pirtûkxaneya kurdî de nîne. Lewma wî bi himeteke mezin û di demeke ne pir dirêj de li ser şêwaza pirtûka el Me` rî, dîwana xwe ya bi navûdeng “Civîna Nemiran” afirand.”
Palo di Civîna Nemiran de dibêje: “Ji bunyad û ji kokê. Kurd e ji dil Pehlewî. Ji daxwaz û divokê. Tê de nake berberî. Dilpaqijî dibîne. Riya jîn û xebatê. Ber û mêwe diçîne. Dibistana felatê. Ji Palo derketim der. Ber bi Swêrek berê min. Di kortal û ber û der. Di mala yar û dijmin. Di Çêrmûk û di Argen. Di Urfa û di Amed. Li cem Îslam û Ermen. Didêrim xizmet û ked. Nexweş bûme di Mêrdîn. Demek dirêj li wir mam. Ne tevdîr û ne nêrîn. Li ber dek û şek û dam. Hatim gihiştim Binxet. Di Amûd û Dirbêsî. Dîtim gelê min raket. Tevde nezan û naşî.”
Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Sêraçûr yê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û piştî jiyaneke zor û zehmet di sala 1991ê de li Qamişlo koça dawî kir.