Jineke Kurd bi karên xwe yên hunerî dîwarên Berlînê xemilandine

Duh li 06:48
Hêmin Ebdullah
Gîta Kurdpûr bi karên xwe yên hunerî dîwarên Berlînê xemilandine / Wêne: Ji dîmenan
Gîta Kurdpûr bi karên xwe yên hunerî dîwarên Berlînê xemilandine / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Gîta Kurdpûr Berlîn Festîval
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Gîta Kurdpûr bi karên xwe yên hunerî dîwarên Berlîna paytexta Almanyayê xemilandine.

Li Berlînê kevneşopiyeke hunerî ya bi salan heye.

Ew jî ew e ku festîvaleke taybet bi tîrêjan tê sazkirin.

Ango karên hunerî yên bilind û bedew bi tîrêjên rengîn li ser dîwar û cihên diyar ên bajêr têne nîşandan.

Îsal yek ji hunermendên ku girîngiyeke herî mezin pê hatiye dayîn û xelk karên wê yên hunerî li seranserê Berlînê dibînin, Gîta Kurdpûr e.

Ew hunermendeke ku karên wê ji yên ku em her roj dibînin cuda ne.

“Ez ji xwe bawer û bi hêvî bûm”

Hunermenda Kurd Gîta Kurdpûrê got:

“Ez li Berlînê mezin bûme û Kurda Rojhilatê Kurdistanê me û karê hunerî dikim.

Hûn dikarin karên min li ser dîwarên avahiyên bilind li Berlînê bibînin.

Pêşî min li ser kaxezê dest bi karên xwe kir û xwesteke min a mezin ji bo wênegirtinê hebû, îcar min dest bi tabloyan kir.

Paşê min karên xwe berfireh kirin û min wêne li ser dîwaran xêz kirin.

Ev jî demekê çêbû gava ji min re gotin tu dikarî wêneyan li ser dîwaran xêz bikî.

Min jî ew serkêşî kir û çûm ber dîwarekî. Min nihêrî 25 metreyan bilind e û 8 qatî bû.

Lê ez netirsiyam ji ber wêrekiya ku dê û bavê min dabûn min ku ez ji ti karî netirsim û ji xwe bi bawer û bi hêvî bim û min karî di hefteyekê de kar kuta bikim û xelk jî şaşwaz ma, ez jî ecêb mam.

Niha min wêne li ser 8 dîwarên bilind ên Berlînê xêz kirine û hûn dikarin karên min bibînin.”

“Min tabloya xwe ya îsal ji bo azadiyê çêkir”

Gîta Kurdpûrê wiha behsa festîvala Berlînê kir:

“Îsal 25emîn festîvala Berlînê ye û navê wê Festîvala Azadî û Aştiyê ye, lewra min tabloya xwe ya îsal ji bo azadiyê çêkir.

Li gorî min, divê em pêşî azadiyê di xwe de bibînin û her wisa em wê çawa dibînin, bi gotineke din, gelo hunermend azadiyê çawa dibîne?

Bi nêrîna min, azadî di derûnê me de dest pê dike û dikare azadiya fikr û hizrê be û dikare azadiya wê yekê be ku jinên welatekî azad bin û yan jî takekesên welatekî azad bin.

Bi her awayî, gelo azadî ji ku dest pê dike û bi baweriya min di derûnê me de dest pê dike ku em bikarin bi azadî bi xelkê re biaxivin û bi aştiyane biaxivin.

Ez bi serbilindî dibêjim ku ev sala sêyemîn e ku ez berhemên xwe di vê festîvalê de nîşan didim û ez karên xwe yên hunerî li ser dîwarên avahiyên bilind ên Berlînê nîşan didim."

Jineke ku beşdarî festîvalê bûye jî got:

"Ev festîvala Berlînê gelekî xweş e.

Dema min zanî ku keçeke Kurd tabloyên li ser dîwarên bilind ên Berlînê xêz kiriye, ez gelekî kêfxweş bûm.

Min ji hemû hevalên xwe yên Alman re got ku ev karê keçeke Kurd e.”

“Hesteke min a pir mezin û xweş heye”

Gîta Kurdpûrê her wiha got:

Dema ku ez têm vir, hesteke min a pir mezin û xweş heye û gava ez karên xwe li ser dîwarên Berlînê û her wisa li meydanê dibînim.

Ez dibînim mirovên ku têne vir bi çi lezet û tehmekê xweşiyê ji dîtina van dîmenan dibînin, wêneyên xwe bi wan re digirin û ji bo min jî wekî hunermendekê ez xweşiyê jê dibînim.

Hêvîdar im em çêjeke zêdetir ji azadiya ku me heye wergirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst