Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê tê lidarxistin

Duh li 11:12
RÛDAW
Nîşan Amerîka 7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê Fîlmên Kurdî Sînemaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 8emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê tê lidarxistin.

Di festîvalê de ji bilî nîşandana fîlman, dê çend çalakiyên din ên hunerî jî werin sazkirin.

Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr tevlî bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û li ser Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê zanyarî dan.

Li gorî zanyariyên Sînan Tunçdemîr, festîval dê di navbera 12-19ên Çiriya Pêşînê de were lidarxistin û 8 rojan berdewam bike.

Sînan Tunçdemîr amaje bi wê yekê jî kir ku ji bilî nîşandana fîlmên Kurdî dê xwarinên xwemalî yên Kurdî jî di festîvalê de werin pêşkêşkirin.

Sînan Tunçdemîr di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku dê derhênerên fîlman, kesayetiyên naskirî yên Amerîkî û Ewropî jî tevlî festîvalê bibin.

Li gorî zanyariyên Sînan Tunçdemîr ji sedî 99ê fîlmên ku dê di festîvalê de werin nîşandan fîlmên Kurdî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst