Kurdên li Îsraîlê ‘Cejna Sukotê’ mîna festîvalekê pîroz dikin

12-10-2022
Necmî Orta
Di vê cejnê de cihû ji bo hefteyekê malên xwe terk dikin û li konên bi navê Sûka dijîn.
Di vê cejnê de cihû ji bo hefteyekê malên xwe terk dikin û li konên bi navê Sûka dijîn.
Nîşan Cejna Sukkotê Îsraîl Kurdên Cihû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên li Îsraîlê dijîn di Cejna Sukkotê de bi navê “Seyranê” festîvalek li dar xistin. Ji bo danasîna çanda Kurd û Kurdistanê kon hat vedan.

Yahudî her sal di navbera 9 heta 16ê cotmehê de, ji bo bi bîranîna rizgarbûna ji bindestiya Misrê, ku çil sal li çolan derbas kirin, Cejna Sukkotê pîroz dikin.

Di vê cejnê de cihû ji bo hefteyekê malên xwe terk dikin û li konên  bi navê Sûka dijîn.

Kurdên Cihû yên li îsraîlê dijîn, cejna ku ev 2 sal in bûn ji ber coronayê dihat paşxistin, îsal bi organîzekirina festîvalekê bi ruhê Newroz pîroz kirin.

Gelek kes beşdarî “Festîvala Seyranê” ya ku li Parka Sacher a paytext Orşelîmê hat lidarxistin bûn. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin. Herweha “Kone Kurdistanê” ji bo danasîna Kurdên Cihû Kurdistanê hat vedan.

Ji van rojên, ku ji bo carek din spasiya parastina Xweda tê pîroz kirin, bi navê "Hol Hemoed" tê gotin.

Di cejnê de, ku heft roj û heft şevan berdewam dike, her tiştê ku li malê tê kirin, wekî xwarin, îbadetên olî û pêşwazîkirina mêvanan di konên bi navê sûkayade ku bi taybetî ji bo vê cejnê hatine amadekirin pêk tên.

Kurdên cihû pêşî di salên 1910-1940î de û paşê jî bi piranî piştî 1950î li Îsraîlê bi cih bûn. Kurdên ku piraniya wan ji herêma Behdînan a Herêma Kurdistanê ne çûne, di beşên girîng ên weke çandinî, avadankirin û tûrîzmê de li xwedî bandor bûn.

Tê texmînkirin ku di navbera 300.000- 00.000 Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst