MERÎWAN – Li ser Mele Ebdulkerîm Muderis semînerek hate sazkirin

12-10-2017
RÛDAW
Merîwan
Merîwan
Nîşan Mele Ebdulkerîm Muderis Semîner Merîwan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Peyama Nûrî ya Merîwanê semînerek li ser jiyan û berhemên Mele Ebdulkerîm Muderis hate sazkirin.

 

Di semînerê de ku bi hevkariya Encumena Çandî – Edebî ya Merîwanê û bi amadebûna çendîn şarezayên wêjeyê birêve çû, behsa jiyan, berhem û herwiha bandora berhemên Mele Ebdulkerîm Muderis li ser ziman û edebiyata Kurdî hate kirin.

 

Weke din di semînerê de behsa rola berhemên Mele Ebdulkerîm Muderis li ser pêkanîna atmosfera tifaq û pêkvejiyana navbera aliyên ciyawaz ên îslamî hate kirin.

 

Di jînenîgariya Mele Ebdulkerîm Muderis de hatiye diyarkirin ku li Hewramana Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye, lê beşek ji nivîskaran dibêjin, li gundekî Merîwanê jidayîk bûye.

 

Mele Ebdulkerîm Muderis di sala 1901ê de hatiye dinyayê û di sala 2005an de koça dawî kiriye. Di 104 saliya xwe de zêdetirî 60 berhemên zanistî, edebî û olî bi zimanê Kurdî û Erebî nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst