Pirsgirêkeke ku Rojhilat bi giştî û di nav de jî Kurdistan jê rizgar nabe, pabendbûna korane bi kesayetiyên karîzmatîk e. Dibe ku ev di hemû rewşan de ne xirab be, lê bi giştî ne baş e jî, çimkî tişta li Rojhilat diqewime, ne tenê mezindîtina karîzma ye, wek çawa li hemû dinyayê ev cure karîzma heye û rêz lê tê girtin û mezin tê dîtin. Lê belê li vir pirsgirêk ew e ku aliyên xirab ên kesayetiya karîzmatîk nayên dîtin û ew kesayetî bi awayekî tê bilindkirin, heta asta pîrozkirinê tê birin û nabe kes wî rexne bike û sîfeteke dermirovî pê tê dan. Bêguman ev mibalexe û zêdegaviyeke pir beloq e.
Xuya ye mijara sereke ya romana “Deryas û Laşekan”* karîzma û kesayetiya karîzmatîk û derxistina aliyên nepen û negatîf ên karîzma ye. Herwiha roman li ser wê korbûn û nedîtina ku girse li hember kesayetiya karîzmatîk dimeşînin disekine. Lewra ji bilî ku pêwist e pênaseya karîzma li ba me zelal be, divê em zelal bikin jî ka gelo tenê aliyên karîzma yên baş hene yan aliyên wê yên xirab jî hene? Yan eger em bi awayekî din bipirsin: Gelo kesayetiya karîzmtîk a baş û ya xirab heye? Yan jî kesayetiya karîzmtîk tenê ew kes e ku wek mezin lê tê mêzekirin û rêz lê tê girtin!
Karîzma ew hemû sîfet in ku pêwendiya wan bi balkêşiya kesayetiyê ve heye, mîna: Xwebawerî, şiyana bawerîanînê li ba kesên beramber û karîgerbûn li ser kesên din û şiyana axaftin û rûbirûbûnê.
Kesên karîzmatîk dikarin rêberiya kesên din bikin. Divê şiyana kesê karîzmatîk a biryardanê hebe û hêmin û aram be û bizane çawa û kengî biryara xwe bide! Helbet karîzma ne tenê serkirdeyên siyasî û serokên welatan li xwe digire, lê belê gelek cure û warên wê yên din hene, wek mînak karîzmaya hunerî, karîzmaya kultûrî û…lê tişta li vir mijara me ye, tenê karîzmayê siyasî û desthilatdar e, lewma em naçin nav hûrgiliyên din ên kesayetiya karîzmatîk.
Diyar e wek çawa her diyardeyek karîgeriyên wê yê çê û no hene, bi heman awayî karîzmaya erênî û karîzmaya negatîf jî hene. Karîzma bi awayekî reha û bi giştî erênî, xêrxwaz û mirovdost e, çimkî li ser hîmê kartêkirin û karvedana sûdmend û afirîner çêdibe, li ser hîmê hizrîna çê û karê baş çêdibe.
Lewma karîzmaya negatîf jî nikare pêşî wek karîzmayeke erênî dernekeve. Divê karîzmaya negatîf jî di pêşî de xwe wek karîzmayeke însanî nîşan bide, karîzmayek ku xwe wiha nimayiş dike ku mebesta wî sûd û berjewendiya mirov e, lê paşê rêça berevajî werdigire û bi rexekî din de diçe.
Eşkere ye dîktatorên wek Hitler û Stalin û Musolini û Sedam Hisên, bi zor û kotekî, bi kuştin û qirrkirinê xelk tirsandine, bi radeyeke wiha tirs di dil û hinavên xelkê de çandine, ku tew karîzma wan a nefatîf di dema xewê de jî pir bihêz bû.
Karîzma ne tenê li welatên Rojhilat heye. Li Rojava û hemû cîhanê kesayetiyên karîzmatîk hene. Lê tişta li Rojhilat pirsgirêk e, ew e ku karîzma dikare bi hebûn û nebûna xwe, bi jiyan û mirina xwe, bi amadebûn û çûna xwe, di van hemû rewşan de dikare bi qedera milet bilîze û li gor hebûna xwe wan bibe û bîne yan rasttir gelek caran ew wek her kesekî normal di tevger û amadebûn û neamadebûnên xwe de ye, lê belê milet li gor tevgerên wî tê û diçe, têk diçe, şer dike û aşt dibe, tew gelek caran eger kesayetiya karîzmatîk bi xwe jî nexwaze, milet dîsa li gor mezac û bîrkirina wî tê û diçe û tevdigere.
Li Rojava jî serkirdên karîzmatîk hene û derdikevin, wek mînak di dema niha de, wek dibêjin: Yek ji wan serkirdên ku xwediyê kesayetiyeke karîzmatîk e, Tony Blair bû, ku ji bo dema sê geran di navbera salên (1997-2007) de, serokwezîrê Brîtanyayê bû. Herwiha yekî din ji wan Barak Obama ye ku di navbera salên (2009-2017) de du geran serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû.
Lê cudahiya karîzmaya wir û karîzmaya vir ew e ku li wir bi çûn û windabûna karîzma re welat têk naçe û şîrêza civakê venaçire. Lê belê li vir dinya kavil dibe û hizb tertûbelav dibe. Mînak jî di vî warî de pir in ku bi mirina serkirdê karîzmatîk ê hizbê yan bi guhertin û rakirin û îstîfakirina wî, hizb parçe parçe dibe û diçilmise, ji xwe eger negihe asta jinavçûna temamî ya hizbê. Bêguman sedem jî zêdegavî ye di mezinkirina vê karîzmayê de, wek çawa di gelek babet û tiştên din de jî ev zêdegavî tê kirin.
Di vê romanê de Bîlalê Eşkzad û Nobarê Eşkzad ne cot û cêwiyekî biyolojî nîşan didin, qasî ku du rûyên piraniya kesayetiyên siyasî yên vê memleketê nîşan didin, aliyek ku aliyê wan ê rasteqîn e û ji aliyekî bê rehm û kujer û tundûtûj pêk tê, ligel aliyekî sexte ku dixwaze xwe wek firîşte û efsane û perperokekê bide nasîn an qet nebe kar li ser wî aliyê xwe bike ku li ba xelkê balkêş e, “wek ku Bîlalê Eşkzad li ser aliyê xwe yê exlaqî û gendel dike û qaşo di van herdu aliyan de kesayetiyeke pak e.”
Aliyekî din ê romanê karkirin e li ser wê baweriya sade ya xelkê ku hertim bi dû efsaneyekê de digerin da ku bikevin dû wê. Karkirin e li ser wê baweriya Rojhilat ku ti carî bêyî bav najîn û nikarin kesekî wan nebe mezin û pîroz nekin û nedin dû wî.
Xelk hinek caran hingî xwe biçûk dikin ku tenê yek muqedes têra wan nake û bi dû mezin û serdarên zêdetir de digerin. Bi dû xweda û olên zêdetir de digerin: “Ji xwe ol ji xelkê re ne girîng e. Ya rast ti bîr û bawerî û hizreke dinyayê jî ji wan re girîng nemaye. Pirsgirêkeke mezin a vî bajarî heye. Xelkê vir tiştekî dixwazin biperêsin. Xweda tenê têra wan nake. Eger xweda tenê têra wan bikirana, nediketin dû îbadeta tiştên din…R.89.”
Ji ber ku êdî dinya hatina ti ol û pêxemberekî din ê esmanî napê yan eger hin kes di vê demê de hebin bangeşe bikin ku hilgirên peyam û oleke esmanî ne, kes ji wan bawer nake, lewma: “Kesek îro bêje ez îmamê zeman im dê yekser wî bigirin û bibin dînxanê. Şûna wezîfeya pêxember û îmaman vala maye. Êdî serokê hizbê, serokê eşîrê û fermanberên bi pile û paye şûna wan tijî dikin…R.92” Ew jî sadebawerî û kawikî û şabaşiya xelkê wek derfet dibînin û bi kar tînin.
Bi giştî roman karkirin e li ser karîzmayên negaftîv ku dikarin xelkê bi dû xwe bixin. Karîzmaya negatîf, ne karîzameyeke siruştî û zikmakî û mirovdost e, lê karîzmayeke destçêkirî û neqebûlkirî û kirêt e, li ser hîmê şerxwazî û tirsandin û şîdetê tê avakirin. Lê ji ber ku pêwistiya xelkê bi serhildanekê heye, lewma eger hebûna wan kesayetiyên karîzmatîk a şênber jî nemîne, dîsa xelk bi dû wan dikevin, çimkî bi rastî xelk bi dû wê karîzmayê bi xwe nakevin, lê belê divê tiştek hebe bi dû bikevin, “xelk bi dû sîberekê ketine ku di serê wan bi xwe de heye, serî bê pehnkirin jî, dîsa sîber dijî û berdewam dibe…R.250.”
Di vê rewşê de jî her kesayetiyek şiyaneke wî hebe û xwestina wî ya pêşrewî û serkirdatiyê hebe, bi hêsanî dikare xwe bike ew sîbera ku miletê zûbawer bi dû xwe bixe. Wek mînak xelkê vê memleketa me, hin kes û exlaq ji wan re girîng in ku ne diz in û zêde ne li pey jinan e, lê li ba wan ne girîng e ku heta çiqasî mêrkuj û dijberên hevçeperên xwe ye û çiqasî destê wî bi xwînê sor bûye, lewma di vê romanê de Bîlalê Eşkzad tê û vê alî ji xwe re bi kar tîne û kar li ser dilîniya xelkê dike.
Civaknas û dîrokzanê iraqî Elî Werdî dibêje: “Hertim pêwistiya şoreşvanan bi du cureyên handeran heye: Handerekî eqlî û handerekî sozdarî.” Xuya ye li vir livîner û handerê sozdarî pir zêdetir e, lewma kar li ser wê soza xelk tê kirin. Lê serkirdeyek ku şarezayê wî welatî û derûna cemawerên wî be, dizane heta dawî bi zindîtî nikare bi pakî bimîne, çimkî heta jiyana wî dirêjtir be, egera heye ku hêza xwe ya karîzmatîk ji dest bide û winda bike.
Elî Werdî li cihekî din jî wiha dibêje: “Civaka durû nikare rêza ti yekî ji serkirdên xwe bigire, çimkî civaka wiha rexengireke pir ecêm û xerîb e. Tew eger bi pêxemberan re jî bijî, eyb û `aran li wan dibîne. Di wê civakê de, serkird û rêber neçar e ji bo prensîbên xwe bimire, da ku xelk rêza wî bigirin, çimkî ew zindî ye, êdî xelk bi dû nengî û kêmûkasiyên wî de digerin û xisletên wî mirovî didin ber xisletên pêxemberên bêguneh.” Bêguman bi vî awayî jî her guneh û qisûrek lê derdikeve, lewma çiqasî zûtir bimire û winda bibe, bandora wî zêdetir dibe.
Bextiyar Elî di vê romanê de, hem kar li ser wê yekê kiriye ku ev gel nikare bêyî karîzma û muqedesekî bijî û dirêjahiyê bide jiyana xwe, hem kesayetiya karîzmatîk jî nikare bi hêsanî li ser karîzmabûna xwe berdewam bibe bêyî ku kêşeyek jê re dirust bibe, lewma jî di dawî de Bîlalê Eşkzad ji bo parastina karîzmaya xwe, bi plan û bernameya xwe, wek ku dixwest ji nav diçe û civaka xwe baş xwendiye.
* Deryas û Laşekan (Roman), Bextiyar Elî, Weşanxaneya Karo, Çapa Yekem (2019.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse