Super Sako li Hewlêrê konsert saz dike

Hewlêr (Rûdaw) – Raper û stranbêjê navdar ê cîhanê Super Sako dê di dawiya meha Tebaxê li paytext Hewlêrê konsertekî saz bike.

 

Serpereştê karên wê kompanyaya Ajansa Voka ya ku konsertê saz dike Gezîm Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Bajarê Hewlêrê ev demeke dirêj e bêdeng e. Lewma em kar dikin hinek çalakiyên dilxweşker saz bikin, ku piranî gencên Kurd beşdar bibin.”

 

Mistefa got: “Ev konsert dê dilê xelkê xweş bike û dê bikarin demeke xweş derbas bikin û hinek ji qeyranan dûr bikevin.”

 

Amadekarên konsertê pêşbînî dikin hezar kes ji hemû bajarên Kurdistan û Iraqê beşdarî konserta Super Sako bibin.

 

Konsert dê roja 30ê Tebaxê li Parka Samî Ebdurehman a Hewlêrê birêve biçe. Bilêtên konsertê dê li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê werin firotin lê heta niha jî cihê firotina bilêtan nediyar e.

 

Super Sako li Ermenîstanê ji dayik bûye û paşî çûye Amerîkayê. Di sala 2016ê de bi strana “Mi Gena” li Ermenîstanê hate naskirin, ku straneke mîksî ya ermenî û îngîlîzî ye.