Li Silêmaniyê pêşangeheke wênesazên jin ên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê hate vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeheke bi navê 'Denge Pir Rengekan' a hevbeş a wêneyên hunermendên jin ên Rojava û Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê, îro Çarşemê ji aliyê Dezgeha Heft Reng hat vekirin.

Serokê Dezgeha Heft Reng Bextiyar Seîd ji Rûdawê re ragihand ku tişta ku Kurdistan kiriye çar parçe, divê bi rêya hunerê nêzîkî ev beş nêzîkî hev bibin.

Bextiyar Seîd her wiha destnîşan kir ku di pêşangehê wênesaziyê de dê berhemên 13 jinên hunermend ên ji Rojavayê Kurdistanê werin nîşandan, yek ji wan bi berhema peykeran û yên din jî bi wêneyan beşdar bibin.

Serokê Dezgeha Heft Reng Bextiyar Seîd diyar kir ku dê 6 hunermendên jin ên ji Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bibin û berhemên xwe nîşan bidin.

Pêşangeh îro Çarşemê 12ê Temûza 2023an di demjimêr 18:00an de li galeriya Muzexaneya Emne Sûreke ya bajarê Silêmaniyê hat vekirin û dê çar rojan berdewam bike.