Hêlîna wêjeya Kurdî: Swêd

Stockholm (Rûdaw) – Ji roja ku Kurd li Swêdê bicîbûne heta niha, li wê derê 4 hezar pirtûkên Kurdî hatine çapkirin.

 

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Kurdo Baksî ji Rûdawê re got, li Tirkiyê di navbera salên 1923-1975an de bi tenê 30 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin, lê li Swêdê ji sala 1975an heta 2015an nêzîkî 4 hezar pirtkûkên bi zaravayên Kurdî; Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî û Feylî hatine weşandin.

 

Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Rizgar Şêxanî ku 30 sal in li Swêdê dijî û zêdetirî 10 pirtûkan nivîsandiye wiha got:

 

“Li tevahiya Başûrê Kurdistanê salê 10 pirtûk nayên weşandin, lê li Swêdê bi sedan pirtûk û kovaran Kurdî têne weşandin. Mesrefên wê jî hikûmeta Swêdê dide.”

 

Nivîskarê û zimannasê kurd Mahmûd Lewendî jî Swêdê weke “hêlîna wêjeya Kurdî” bi nav dike.

 

Mahmûd Lewendî ji zimanê Swêdî 8 pirtûk wergerandine Kurdî û herwiha derbarê çapemeniya Kurdî de jî 2 pirtûkên lêkolînî nivîsandiye.

 

Lewendî diyar kir ku yekem kovara pêkenî, kovara sînemayî û kovara xortaniyê li Swêdê hatine derxistin.

 

Ji Kurdî werdigerinê Swêdî


Rizgar Şêxanî helbestan ji Kurdî werdigerinê Swêdî û dixwaze bi vê yekê edebiyata Kurdî li Swêdiyan bide nasîn.

 

Şêxanî wiha got: “Baweriya min bi vê hewldanê tê. Nivîskarên navdar ên Swêdî di gotarên xwe de behsa vê yekê dikin.”

 

Kurdo Baksî jî amaje kir ku ciheke taybet ê wêjeya Kurdî li pirtûkxaneyên Swêdê hene û wiha got: “Berhemên helbestvanên weke Feqiyê Teyran, Hêmîn, Cegerxwîn, Goran salên 1970an hatin çapkirin. Rola Zanîngeha Uppsala û Zanîngeha Stockholmê di vî warî de girîng bû.”

 

Baksî da zanîn pirtûkên Mahmûd Baksî û Mehmet Uzun piştî Kurdî û Tirkî bi Swêdî jî hatine weşandin.